Civak

PDK-Bakur pîrozbahiya hukumeta herêma Kurdistanê dike

 

Partîya demokrat a Kurdistanê-bakur (PDK-BAKUR), pîrozbahiya kabineya nu ya hukumeta herêma Kurdistanê dike. Herweha PDK-Bakur di daxûyaniya xwe de, di heman wext de  pîrozbayîya xwe arasteyî her yek ji wezîrên di kabîneya 9.ya Hikûmeta herêma Kurdistanê de dikin.

Birêz Serokwezîr !

Xwendina Program û Karnameya kabîneya 9.li Parlamentoya Kurdistanê, ji teref cenabê we, di heman wext de bersivek bû bo daxwaz û hêvîyên xelkên Kurdistanê.

Em di wê bawerîyê de ne kû bicîhanîna Program û Karnameya kabîneya nehemîn wê bi xwe rê Kurdistanê bighîne asteke aramtir, xwestir û bihêztir.

Bi hêvîya serkeftina we di xebata welatparêzî, niştimanperwerî û parastina berjewendîyên hemwelatîyên Kurdistanê li gor mafên demokratîk, mirovî, wekhevî û li gor yasayên dezgehên Kurdistanê.

Germtirîn pîrozbayî û serkeftin bo Serokwezîr û kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal.

11.07.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR

 

Back to top button