Nûnera HDPê li Hewlêr derewa dike
Li Hewlêr nûnertiya HDPê di hevpeyvînek ya xwe de behsa vekirina ofisa HUDA PARê dike û di vê derbarê de hukumeta herêma Kurdistanê rexne dike.
Hevseroka nûnerê HDPê li Hewlêr Muzeyen Guneş di hevpeyvînek ya xwe de dibêje ku; Armanca HUDA PARê ya vekirina ofisekî li Hewlêr cudaye. Gelek partiyên Rojava dixwazin li Hewlêr ofisa vekin, lê hukumet îznê nade wan. Di cih de izin da HUDA PARê daku ofisa xwe veke, heta niha ukumeta herêmê bi fermî izin nedaye HDPê ku ofisa xwe veke. Lê Ofisa me heye.
Berdewamiya axaftina xwe de Guneş dibêje ku, li Hewlêr kesekî cih neda HUDA PARê da ku Ofisa xwe veke, ji bo vê mecbur ma li ba baregehê MITa Tirkiye li Hewlêr cih peyda bikin.
Wek din di derbarê HUDA Parê de hinek nirxandina dike.
Ji berî her tiştekî , wek hercar nûnêra HDPê li Hewlêr derewa dike. Rastiya başûr vedişêre û tenê li dijê hukumeta herêmê propagandeyek bê binyat propagandeyek reş û kîndar dike.
Gelek partiyên rojavayê Kurdistanê li Hewlêr bi awayek fermî xwedî cihin. Herweha li Hewlêr ofis HDPê , ya HUDA PARê û ya HAK PARê jî heye. Hemû ofis ne bi izna dezgehên ewlehiyê bin nikarin bêne vekirin. HDPê çewe ofis vekirîbe , HUDA PARê jî welê li gora yasayên Kurdistanê ofîs vekirine.
Wek din di derbarê HUDA PARê de hinek gotinan dibêje ku ew bi xwe jî lê ne bawere. Heta HDP ji dev vê propagandeya derew bernedê nikarê di siyasetê de pêşiya xwe bibêne û li ser xetek netewî siyasetê bike.
- Ev hevpeyvîn ji aliyê ajansa Mezopotamya ya girêdayê PKKê ve hatiye kirin.