Civak

Malbata Ocalan serdana Îmralî kir

Bi minasebeta cejna Remezanê malbata Ocalan û malbata girtiyên din yên li Imralî serdana Îmraliyê kirin û li gel wan hevdîtin pêkanîn.

Birayê Ocalan Memet Ocalan ji bo serdana birayê xwe ji dozer daxwaziya iznê kirîbû. Piştî izin wergirt li gel malbatên girtiyên li ba Ocalan dimînin, serdana Îmralî kirin.

Tê zanin ku hêdî rêya hevdîtina li gel Ocalan hatiye vekirin û malbata wî , parêzerên wî dikarin serdana Ocalan bikin.

Li ser rakirina qedexeya hevdîtina Ocalan gelek nirxandinên cuda têne kirin. Lê armanca rakirina vê qedexeyê, ji berî hilbijartinên Stanbulê zelaltir dibe.

Back to top button