Civak
Rosneft li Kurdistanê petrolê dertêxe
Rosneft li başûrê Kurdistanê dest karê xwe yê lêkolîna cihên petrolê û herweha derêxistina petrolê petrolê dike. Serokê Rosneft Îgor Seçîn da xûyakirin ku , îsal li Kurdistanê devera Bidzihlê dest xebata xwe dikin.
Serokê Rosneft di civîna şirîkên kompaniya yê de, di vê derbarê de daxûyaniyek da û got: Îsal em bernameyek mezin ya keşif kirina petrolê û xebatek jeolojîk li Kurdistanê destpêdikin. Niha li devera Bidhizil me petrol derxistiye û em vê yekê berfirehtir dikin.
Kompanya Rosneftê sala 2017-2018ê ji bo derxistina petrolê li Kurdistanê li gel hukumeta herêma Kurdistanê çend peyman îmze kirîbûn.