Wezîrê derve yê Îtalya pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Enzo Moavero Milanes, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û got: “Em dixwazin peywendiyên me yên dualî berfirehtir bibin.”
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Enzo Moavero Milanes peyameke nivîskî arasteyê Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û têde dibêje: “Em bextewar in ku cenabe we wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Îtalya bi hestên dostane yên kûr li Herêma Kurdistanê dinêre. Hikûmeta Îtalyayê dixwaze peywendiyên dualî bihêz û berfirehtir bibin.”
Di berdewamiya peyama xwe de Enzo Moavero Milanes got: “Herêma ku cenabe we serokatiya wê bike ji bo aramiya tevahiya Iraqê jî herêmek gelek girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku jêr serokatiya we herêm dê pêştir bikeve û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî baştir bibin.”
Herwiha Wezîrê Derve yê Îtalyayê ji Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re serkeftin di erka wî ya nû de xwest.”