Polîtîk

Serokê Encûmena Kerkûkê: Xelk êdî rewşê tehemûl nakin

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî dibêje, êdî xelkê Kerkûkê nema karin rewşa niha tehemûl bikin, pêwîst e Kurd li Bexdayê bibin yek û sînorekî ji van karên ku li Kerkûkê çêdibin, deynin.

Rêbwar Talebanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017, Kerkûk di rewşeke neyasayî de derbas dibe. Ji ber ku Pêşmerge û asayiş û polîs li wir nemane û Hikûmeta Iraqê xwe li wan ewlehiya Kerkûkê nake xwedî.”

Talebanî wiha got: “Rêjîma Beis çi tanî serê xelkê û çi hat serê wê, niha jî xelkê Kerkûkê di bin zilmê de ne û êdî rewşa niha tehemûl nakin. Êdî xelk çaverê nakin ku hikûmet ji wan re tiştekî bike û eger rewş wisa berdewam bike dê ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha domand: “Ji ber ku Kerkûk bûye wek navendeke leşkerî, niha parêzgarek bê danîn jî dê nikaribe tiştekî bike, lewma jî pêwîst e di serî de rewş baş bibe û piştre parêzgar bê hilbijartin.”

Rêbwar Talebanî ragihand: “DAIŞ dîsa serî hildaye û Hikûmeta Iraqê dema ku serkeftin li dijî DAIŞê ragihand, wê demê derew kir û bi qestî wisa got û DAIŞ bidawî nebibû. Hikûmeta Iraqê dixwaze rewş li Kerkûkê wisa xerabe, lewma jî pêwîst e Kurd li Bexdayê yekrêz bin û li gorî destûr pirsgirêkan çareser bikin û sînorekî ji wan karên ku li Kerkûkê dibin, deynin, ku rojane zevî û genim û cehê Kurdan tê şewitandin û erd û gundên Kurdan tên şewitandin.”

Back to top button