Cîhan

Xema berpirsên Enqereye

Li ser krîza mûşekên S400 a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de roj niye nûçeyek belav nebe.

Li gor Ajansa Reutersê gefên Waşîngtonê ya di derbarê kirîna S400an de, hin berpirsên pilebilind ên Enqereyê xembar kirine û ev xem gihiştiye Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî jî. Hin berpirs dijî kirîna S400an in û di wê baweriyê de ne ko mûşekên Rusyayê dê pêwendiyên Tirkiye û NATOyê têk bide û Tirkiye bi cezayên Amerîkayê re rûbirû bimîne. Ev xem û dilgiranî ji Erdoganî re hatiye gotin û pêşniyara paşxistina kirîna S400an hatiye kirin. Berpirsekî din jî van xeman piştrast dike. Lê dide zanîn ko Enqere ji kirîna S400an paşde gav navêje.

Ji alîkî din ve Pentagon jî li ser hişyariyên xwe roj bi roj tûndtir dibe. Li gor Pentagonê mûşekên S400 dijî balafirên F35 hatine çêkirin û di derbarê F35an de dikarin agahî bidestbixin. Ger Enqere S400an bikire ev yek dê ji bo sîstemên berveniya NATOyê bibe karesat. Lê Enqere li ser kirîna S400an rijd e.

Digel vê rijdbûnê jî li gor nûçeyên medyaya Tirkiye û Amerîkayê, Erdogan û Trump li ser avakirina komîsyoneke hevbeş lihevkirine. Ev komîsyon pêşniyara Tirkiyeyê ye û dê lêkolîn bike ka gelo S400 dijî sîstemên NATOyê ye an na. Lê heta niha li ser vê lihevkirinê daxûyaniyek fermî nehatiye dayîn û krîz berdewam e.

Back to top button