Polîtîk

Celal Talebanî careke din pişta Beşar Esed girt

Celel Talebanî serokomarê Îraqê bi rêya nûnerê xwe nameyeke piştgiriyê ji bo Beşar Esedê serokomarê Sûriyayê hinart.

Li gor rojnameya Tişrîn (http://tishreen.info/_default.asp?FileName=42003595020110823061322) ku, rojnameya fermî ya hikûmeta sûrî ye, duhî Falih Feyaz wezîrê emniyeta niştimaniya Îraqê  serdana Sûriyeyê kiriye. Feyaz li Şamê digel Beşar Esed civiyaye û di civînê de nameya piştgiriyê a serokomarê Îraqê Celal Tebanî daye destê Esedî.

Li gor rojnameya navborî Talebanî di nameya xwe de dibêje:Li hember wê pîlana li dijî Sûriyeyê tê gêran ku aramî û amniyeta Sûriyeyê kiriye armanc, em piştgiriya desthilata pênc Sûriyeyê dikin.

Di dawiya meha borî de jî Celal Talebanî sekreterê yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê nameye ji Esed re şand bû û têde piştgirya xwe bo projeyê reformên Beşar Esed diyar kir bû.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji pênc mehane leşekr, emin û îstîxbarat sûrî bi ferma Beşar Esed bi awayekî hovane li xwepêşnandan û serhildana sivîl a gelên Sûriyeyê dide û heta nuha bi hezaran kes ji hevwelatiyên sûrî hatine kuştin û bi hezaran jî hatine girtin.

 


 

 

Back to top button