Cîhan
Hevdîtinên nehînî

Malpera Debka ya Îsraîlê îdia dike ku berpirsên Amerîkî û Îranî dê li welatek din hevdîtina bikin da ku aloziya di navbera herdu welatan de heyî kêm bikin.
Malpera Debka wek malperek nêzikî dezgehê Îstixbarata Îsrail MOSSAD tê naskirin. Malper dide xûyakirin ku, Iraq û Qeter amadene ku herdu welat li ba wan hevdîtina bikin.
Debkayê belav kiriye ku peywendiyên nihênî di navbera Amerîka û Îranê da dest pê kiriye lêbelê ew peywendî û diyalog nehatiye wê asta diyalogê ku herdu alî biryarê li ser kêmkirina aloziya serbazî bidin.
Ji ber gefên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li Îranê, Amerîkayê hêzên xwe yên serbazî li Rojhilata Navîn bi cî kirine û alozî di navbera herdu welatan da zêde bûye. Metirsîya şerekî di navbera herdu welatan da heye.