Cîhan

Obama nedixwest rejima Suriye birûxe

Di dema serokatiya Barack Obama de ji bo rejima Esad hilneweşê Amerikayê li gel Rusya hevkarî kiriye.

Mişteşarê Pentagon di dema Obama de, Andrew Exum di vê derbarê de hinek tiştên ku di dema Obama de hatî kirin eşkere dike.

Exum dibêje: Di derbarê hevdîtinên li gel Rusyayê de li Amerika di nava dezgehan de hinek şik hebûn. Lê bi fermana Obama hevdîtin li gel Rusya hatin kirin.

Exum di vê derbarê de got: Di encam de Rusya û hevkarên xwe di vî şerî de serkeftin. Me berjewendiyên xwe dan pêş. Yek ji armanca me ewlehiya Îsrail bû, duyem jî têkbirina DAÎŞê bû.

Exum

Exum di meclisa nûnerên Amerikayê di komisyona karûbarên derve de tevlî civînekî bû.Exum di vê civînê de hinek daxûyaniyên girîng dan. Exum dibêje ku, di vê demê de fikra ku pêwendî ji bo pirsgirêka Suriye li gel Moskova bêne dayîn gelek dihata rojevê. Lê wezereta ku min tê de kar dikira bi germî li vê fikrê nanêrî. Belê bi fermana obama sala 2015ê me dest hevdîtina li gel Rusya kir.

Li gora Andrew dide xûyakirin, baweriya Obama ewbû ku, eger rejima Suriye di cih de birûxa dê tevlîheviyek mezin peyda bibûya, vê yekê jî ewlehiya Îsrail dêxist di xeteriyê de.
Ji aliyek din ve Exum dibêje armaca me ya bigehîn têkbirina DAÎŞê bû. Lê di şerê Suriye de Rusya û hevkarên xwe serkeftin destve anîne.

Back to top button