Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Amerîka kir

Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Amerîkayê kir ku ji David M. Satterfield Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Wekalet û Joey Hood Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Paul LaCamera Berpirsê Operasyonên Serbaziyên Dijî Da’îş pêkhatibû.

Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan silavên taybet yê Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka bi Serok Barzanî gihand. Her wiha rewşa siyasiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mîhvan wê yekê dûpat kir ku baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda, li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê daye.

Guhertinên dawî yên meydaniyên şerê dijî terorîstên Da’îş mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku gefa terorîstên Da’îş hê jî her maye û metirsiye ji bo asayîşa Iraq û Sûriye û navçeyê.

 

Back to top button