Polîtîk

Hukumeta Iraqê jî hêzek leşkera li dijê pêşmergeyan rêkir herêmê

Di vê derbarê de berpirsê nawçeya Celewela ya PDK Şêrko Tofîq di bêjedaneka taybetî de ji PNA re ragihand, ku piştî şandina hêzên pêşmerge ji alîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ve ber bi deverên Celewla, Seidîyye û Qeretepe ve, li hember vê pêngava hukûmeta herêma Kurdistanê hukûmeta navendîya Iraqê jî lîwayek û sê fewcên supayê wî welatî ji Beiqobe ve ber bi ewan deveran ve livandin.
 
Berpirsê nawçeya partîya demokrata kurdistanê herwiha got, ku piştî ewan pêşhatên nû  niha hemû hêzên polîs, polîsê hawarhatinê û hêzên dinên ewledarîyê di nav bajar de bi temamî di amadebaşîyê de ne.
 
Şêrko Tofîq dibêje: Hêza ku ji herêma Kurdistanê ber bi sînorê Celewla hatiye rê kirin, hêza lîwaya sê ya pêşmerge ye û niha li derveyê bajarê Celewla û dora wê li deverên Nawdoman, Şêx Bawe hatine bi cihkirin û çaverêyî biryarên sertir dikin. Li hember vê yekê jî, hêzên supayê Iraqê li dora deverê hatine bi cihkirin û çaverêyî lept û bizavên hêzên pêşmerge dikin û çavdêrîya wan dikin.
 
Şêrko Tofîq weha jî da xûyakirin:Bi van pêşhatinên nû yên li deverê, niha tirs kevtîyê dilên hevwelatîyan û rewşeka nexweş li nik hevwelatîyan dirist bûye û çaverêyî rû bi rû bûna herdu hêzên pêşmerge û supayê Iraqê dikin.
 
Her di vê derbarê de, rêvebirê bajarokê Seidîye Ehmed Zergoşî ji PNA re got: Piştî şandina hêzên pêşmerge bo parastina hevwelatîyên kurdên deverên Celewla û Seidîye û Qeretepe, ji alîyê lîwaya hejmar 20 a supayê Iraqê ya bi nave lîwaya Gurg ve sê fewc ber bi devera Seidîyye ve hatine şandin.
 
Ehmed Zergoşîgot: Ew hêz bo parastina xelkê deverê nehatine û ew nehatine rewşa ewledarîyê bo hevwelatîyan baştir bikin, belku ew tenê bo rû bi rû bûna bi hêzên pêşmerge û şerkirin bi hêzên pêşmerge ve hatine, ji ber ku bi hatina hêzên pêşmerge, ew hêza supayê Iraqê jî ji Beiqobe ve hat şandin.
 
Zergoşî weha jî ragihand, ku niha tirs di nav dilê hevwelatîyên deverê de belav bûye ku rewş zêdetir aloz nebe û şer di navbera herdu alîyan de çê nebe.
 
Rêvebirê bajarokê Seidîyye weha jî da xûyakirin, ku tenha rêya vegerandin û dabînkirina ewlehîyê li deverê bi cih bûna hêzên pêşmerge li deverê û vemana wan bi maweyeka dirêj e û daxwaz kir, ku bi hemahengî û rêkevtin bi hukûmeta navendî re ew kar bihê kirin, da ku ti alozîyek çênebe û hêzên pêşmerge jî ber bi Kurdistanê ve nevegerin.
 
Hêzên pêşmerge heta niha li deverên dora Seidîyye û Celewla bi cih bûne û beşek ji wan jî li qezaya Xaneqînbi cih bûne.
 
Deverên Xaneqîn, Seidîyye, Celewla, Qeretepa û Mendelî çend deverên Kurdistanî ne ku niha ser bi parêzgeha Dîyala ve ne û ji deverên dabirrandîyên herêma Kurdistanê ne ku hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqê li ser nakokî hene.

Back to top button