Hilbijartinan de helwesta partiya dê çibe
Piştî hilbijartinên Şeredariya mezin a Stanbulê htin îptalkirin , biryare ku hilbijartin roja 23.6.2019êbêne nû kirin.
Li himber vê biryarê partiyên siyasî dîtinên xwe eşkere dikin.
CHP: Da xûyakirin ku ew hilbijartina 23ê Hezîranê boykot nakin û dê bikevin hilbijartinê.
Berbijêrê Partiya seadetê: Ez hêviya biryara partiya xwe me, ji bo serkeftina Ekrem Îmamoglu ez amademe xwe bidim aliyekî.
IYi Parti: Seroka vê partiyê Meral Akşener, da xûyakirin ku, bila em li milet vegerin, yanî ji dev parlementoyê jî berdin û berê xwe bidin nava milet.
Partiya Komunis a Tirkiye: Em berbijir nadin nîşandan. Yanî dê pişgiriya CHPê bikin.
Berbijêrê Partiya Niştiman: Helwesta me dê girêdayê helwesta CHPê be.
Parlementerê HDPê Paylan: Dê li dijê faşîsta tekoşîna me heta dawiyê berdewam be.
Serokê HDPê Temellî: Helwesta me 31 yekê Adarê çibe dê 23 ê Hezîranê de jî heman helwest be.
Dixweyê cardin ji bo AKP sernekeve hemû partî û aliyên siyasî destê xwe didin hev û pişgiriya CHPê dikin. Lê HDPê dê heman tiştê bike nayê zanîn. Ji ber ku piştî daxûyaniya Ocalan helwesta HDPê dikare bê guhertin. Serokê HDPê Helwesta partiya xwe da xûyakirin, lê tê zanîn ku ew ne cihê biryarê ye.