Polîtîk

PDK û YNKê ji bo avakirina hukumeta Kurdistanê li hevkirin

PDK û YNK rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê îmze kirin.
Heyetek bilind a PDKê bi serokatiya Bi serkatiya Nêçîrvan Barzanî de li bajarê Silêmaniyê civînek berfireh ji bo damezirandina hukumeta Kurdistanê li gel rayadarên YNKê pêkanîn. Jibi avakirina hukumeta nû peymanek îmze kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê yekem yê sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl di rewrismekî de peymana ku li ser hevhatîn îmze kirin.
Piştî îmzekirina rêkevtinê Nêçîrvan Barzanî derbarê proseya lihevkirinê de got: “Piştî heyameke dûr û dirêj îro me rêkevtina çawaniya pêkanîna hikûmeta nû îmze kir. Bêguman pêvajoya giftûgoyan bi hêsan nebû, lê me heyameke dijwar li dûv xwe hişt. Tişta girîng ew bû ku bi rêya giftûgoya ew pêvajo bi dawî bû û em bi keyfxweşî pêşwazî li vê yekê dikin. Min pêştir jî gotibû pêkanîna demokrasiyê zehmet e, lê aliyên peywendîdar gihîştin encamê. Em di vê çarçoveyê de ligel birayên xwe yên Goran û YNKê gihîştin rêkeftinê.”
Barzanî da zanîn ku ew li ser pêkanîna nehemîm Hikûmeta Kurdistanê li hev kir û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku aliyên di hikûmetê de cih bigirin gavên pêwîst ên ji bo başkirina rewşa welatiyan bavêjin. Jib o hikûmet çak û bibandor bibe divê em zêdetir hewl bidin. Herwiha ji bo başkirina rewşa welatiyên divê em baş bixebitin.”

https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/1674152599395624/

Back to top button