HUDAPARê li Hewlêr ofîsa xwe vekir
Partiya Doza Azad HUDAPARê li Hewlêr Kurdistanê ofîsa xwe vekir. Ji bo vekirina ofîsa HUDAPARê rewrismek hate li darxistin. Serokê HUDAPARê Îshak Saglam piştî rewrismê daxûyaniyek da Rûdawê. Saglam di daxûyaniya xwe de got:Em hêvî dikin ku vekirina vê ofîsê bibe sedema xêr û xweşiyê bo herêma me û gelê me.Em li herêmeke ku gelek kêşe û pirsgirêkên wê hene dijîn û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan pêşniyarên me yên çareseriyê hene”.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Saglam dibêje: Em hêvî dikin pêşniyarên me yên çareseriyê, ji bo pirsgirêkên ku bi sed salan e berdewam in, bibe çareyekê, lewma nûnertiya xwe ya ewil a li derveyî Tirkiyê, li Hewlêrê vedikin. Em bawer dikin, em dê înşallah bi grûp û partiyên siyasî û giregirên li vê derê werin cem hev û kêşe û pirsgirêkên xwe bêyî çek û tundiyê, bêyî ku destwerdana hêzên derve pêwîst bike, em di navbera xwe de bi axaftin û lihevkirinê çareser bikin.
Saglam got:Hevdîtina me ya li gel Birêz Barzanî, berdewama hevdîtinên me yên berê bû. Bandor û giraniya Birêz Barzanî li herêmê, bi taybetî li ser Kurdan heye. Em weke partî her çiqas li Tirkiyê siyasetê bikin jî, em wisa bawer in ku li ser Kurdan giraniyeke me heye. Li ser pirsgirêkên ku em tînin ziman, pêşniyarên me yên çareseriyê hene. Em hêvî dikin pêşniyarên me, ji bo pirsgirêkên ku bi sed salan berdewam dikin, bibe çareserî. Bi Birêz Barzanî re gotûbêjên me yên bi rengî çêbû.”