Polîtîk

T.C. (Cumhuriyeta Tirkiye)

Şeredariyên ku CHPê li Tirkiye bi arîkarî û pişgiriya HDPê detstve anîn, nivîsa T.C. cardin datînin li ser tabelayên şeredariyan.

Bê guman ev yek bûyerek gelekî girîng e û herweha ev helwesta hanê encama siyaseta CHPê ya Kemalist e. Di nava CHPê de kompleksa cumhuriyetê heye. Dema Tirkiye ji bo sistema dewletê li Tirkiye bê guhertin, referandumek pêkhat û encama referandumê de sistem bo serokatî.

Cumuhriyeta ku Kemalist û taybetî CHP û HDP lê xwedî derdikeve li ser îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk û herweha li ser îmha û inkara Kurda hatiye avakirin. Ji bo vê ji bo Kurda heyin û tunehiya wê gelekî girînge.

Ji aliyek din ve gelek balkêşe ku, serê hemû tabeleyan de T.C hebê. Li Kurdistanê di serê her tabeleyek ya hukumî de gotina T.C. hebû. Herweha vê yekê ve girêdayî dema mirov diketa nava bajarekî de, ketina bajêr de piranî nivîsa “ Ez bextiyarim ku ez Tirkim“ û li gelek cihan nivîsên nijadperstî hebûn.

Piraniya van tiştan bê deng hate rakirin. Lê CHP cardin bi ruhek nijadpersetî vê yekî tînê rojevê. Belkî jî ya girîngtir ewe ku vê yekê bi pişgiriya HDPê dike. Di bingehê xwe de tişta van herdu aliyên siyasî dighînê hev îdeolojiya Cumhuriyetê bi xwe ye.

Back to top button