Polîtîk

Pirsgirêk navbera YNKê û Goran de ye

Demek gelek dirêje ji bo damezirandina hukumeta Kurdistanê ya nû, di navbera aliyên siyasî de hevdîtin têne kirin. Lê heta wek îro aliyên siyasê negihatine encamekî. Tê zanin ku taybet helwesta YNKê ûnakokiyên di nava YNKê de heyîn sedemê bingehîn yê vê rewşêye. Ji aliyek din ve helwesta PDKê ya ku ileh divê YNK di nava hukumetê de cih bigrê jî dibe sedemek ku YNKê bi keyfa xwedileyze.

YNK hêdî baweriya xwe ji dest daye, lê bivê nevê hêja partiya duyeme li Kurdistanê. Diderbarê avakirina hukumeta nû de û li hevkirina aliyên siyasî de berdevkê PDKê – Berdevkê PDKê Mehmûd Mihmed daxûyaniyek ragihand.

Li gora daxûyaniya berdevkê PDKê di heftiya pêşiya me de aliyên syasî digihin encamekî û hukumeta nû tê damezirandin.

Di daxûyaniya xwe ya taybet de berdevkê PDKê dibêje: Hefteya bê dê emê bicivin û dê rêkeftina dawî bê ragihandin. Rêkeftina berê jî ku di navbera PDK û YNKê de hatibû kirin, ji bo avakirina hikûmetê û derzistina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

Mehmûd Mihemed dibêje: “Di avakirina hikûmetê de meric bi ser kesî de nayên ferizkirin û tenê daxwazeke YNK hebû, lê me berê gotibû em mercan ji kesî li ser xwe qebûl nakin. Lê eger daxwazeke aliyekî hebe pêwsît e li ser wê daxwazê jihevtêgiheştin di navbera hemû aliyên di nava hikûmetê de hebe û jihevtêgiheştin di navbera wan aliyên ku dixwazin di hikûmetê de beşdar bibin, çêbibe, lewma jî em hewl didin ji bo ku ew jihevtêgiheştin çêbibe û ti pirsgirêk di navbera me û Goran de dernekeve.”

Berdevkê PDKê tekez dike li ser hewlên PDK ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û dibêje: “Beriya niha me û Goran li ser kursiyên ku dê bighên Goran, lihev kirbû. Me û YNKê jî lihev kiribû, lê tişta ku mabû kursiyê cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bû, ku yek cîgir yan 2 cîgirên wî hebin. Ew pirsgirêk di navbera YNK û Goran de bû, ku YNK daxwaza heman kursiyê wan dikir. YNK û Goran daxwaz heman kursî dikirin. Niha em mijar di nava gotûbêjan û çareserkirinê de ye. % 90 ji xebatên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bidawî hatine û tişta ku maye jî dê di van rojan de bidawî bibe.”

Back to top button