Polîtîk

Pêşmerge vedigerin navçeyên ji derveyê îdara Kurdistanê

Komiteya bilind a wezereta bergiriya Iraqê û yek ya   Wezareta Pêşmerge li  Hewlêrê ji bo cihbûna pêşmerge  navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan û gihîştin rêkeftinekê.

Serfermandarê Gıştî yê Pêşmerege Cemal Emînkî derbarê civînê de da xûyakirinku komiteyênbehsa devera Xaneqîn   heta rojavayê Dîcleyê kirin.

Ev pêngava di navbera Hewlêr û Bexdayê de, yekem pêngava kirdarî ye ji bo vegera hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê û tê pêşbînîkirin çend rêkar û civînên din bêne kirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Iraqê yên cuda tekalî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve dibin û vê yekê jî mafên pêkhateyan û ewlehiya wan navçeyan xistiye metirsiyê, lê niha hewlek heye ji bo hêzên Pêşmerge vegere hin navçeyan.

Back to top button