Polîtîk

Em Rêka Xwe Bernadin

 

Meclîsa Partiyê a PSK, di 13 û 14êe Avrîla sala 2019’an da lî Amedê civiya û gîftugo li ser xalên rojeva civînê kir û bîryar daye, ku belavokê jêrê pêşkeşê bîrurayê giştî bike.

Berê Hilbijartina Herêmî ya 31 Adarê, PSK û PAK bi alikariya kes û aliyên welatparêz ve, ji bona pêşkeş kirina bedîlekê welatparêz û demokrat bo gelê Kurdistanê û rizgar kirina gelê me ji binbestê siyasî Tifaqa Welatparêz û Demokrat pêkanin.
Bi gor bîrûbaweriya Meclîsa Partiya me, Tifaqa Welatparêz û Demokrat, di proseya hilbijartinê da halwesteka pêgirî û biwerî nişan daye û bi vî awayî, pencereyekê nu di siyaseta Kurdî da vekiriye. Ji alikî dinê va, hevahengî û baweriya du alî ya PAK û PSK di kar û xebata hilbijartinê da bona ava kirina hevahengî, bawerî û hevkariya mayende di nava hêz û aliyan da, rêxweş kir.
AK Partî û şirikê wê MHP, amade ninîn, encama hilbijartina herêmî bi taybetî encama Istanbulê qebul bikin, ku wekî hilbijartina giştî bû. Herdu partî dixwazin bi bi kar anina imkanatên dewletê va encamên hilbijartinê bona qazancê xwe bigorin.
Her du partî ji Dezgeyê Hilbijartinê a Bilind (DHB) daxwaz dikin, ku ku îcazeyê serokatiyê nede berbijêrên serketî yên HDP, yên ku DHB rê dabû beşdarê hilbijartinê bin. Herdu partî dibêjin, ku wan bi gor Biryarnameyên di Hukmê Qanunê Da, tawanbar in. Şuna wan îcaze ji berbijerên AKP ra bê dayin, ku di hilbijartinê da dengê wan di rêza duduyan da bûne. DHB, ku bi gor destura desthilatê biryar dide, dibêje, “belê qurban” û daxwazên wan bi ci tîne.
DHB, bi vê halwesta xwe va vîna gel pêpes dike û siyaseta qeyum a hikumeta AK Partî didomine.
Encama hilbijartina 31 Adarê, bersîva gel e ji bona siyaseta hikumeta AK Partî, bersîva bernameya aboriya hikumetê ye, ku bûye sedema qeyranê aboriyê, bersîv e bona siyaseteta dij-demokrasiya hikumetê û bersiv e siyaseta tundutijiyê li Kurdistanê.
Encamê hanê nişan dide, ku tekşikandina AK Partî di hilbijartinê da pêkan e û ev yêka hanê dibe sedema vê yêkê, ku AK Partî bi hemû hêzên xwe, bi îmkanata dewletê va hewl bide, daku encamên hilbijartinê bigore.
BÎ gor me biryara DHB, ku vîna gel pêpes dike, nayê qebul kirin û em piştgiriya hewlên heqxwaziya berendeyên hilbijartinê dikin.
Kar û kiryar û halwestên AK Partî ya îro, nişan dide, ku partiyê hanê encamên hilbijartinê bi başî wê nexwîne.
Siyaseta tundutijiyê a hikumatê li Kurdistanê wê berdewam be.
Siyaseta dijminkariya hikumetê a derheqa perçeyên Kurdistanê bi xasima derheqa Kurdistana Rojava her berdewam dibe.
Qeyrana aborî, ku berhema sîstem û siyaseta hikumeta AK Partî yên a aborî ye, roj bi roj kurtir, hêjmara bêkaran û bihaya kel û pelan her roj zêdetir dibe. Lê hikumeta AK Partî şuna ku çareserkirina pirsên hanê gavan bavêje, êrîş dike li ser destkevtiyên zahmetkêşan, çalakiyên wan qedexe dike.
Di encamên operasyonên, ku li jêr navê cur be cur wekî “fetocu”, “terorist” têne kirin, bi hezaran kes têne girtin û dadigeh kirinê.
Rast e Rewşa Awerte nîne, lê kar û kiryarên wî yên dij-demokratîk her dewam e. Waliyên bajaran wekî padîşah in.
Bûyer û qewmandinên bi vî rengî nişan didin, ku Erdoxan ber bi diktatoriya teqa kesî ve diçe.
PSK banga hemu hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat dike, ku li hemberê kar û kiryarên hikumeta AK Partî yên dij-demokrasî destê xwe bidine hevdu û bi hevra xebat bikin.
PSK dîlxweş e, ku hilbijartina Parlamentoyê li Kurdistana Başur bi serketî çêbûye û daxwaz ji aliyên siyasî dike, ku bona pêkanina Hikumeta Herêmî pirtir hestyar bin.
Rewşa Suriyê ber bi çareseriya siyasî diçe. Di zirufa hanê da bona, ku Kurd mafên xwe yên netewî û demokratîk bi dest bixe, divê aliyên siyasiyên Kurd destê xwe bidine hevdu. Bona vê yekê PSK banga hêzên siyasiyên Kurdistana rojava dike, ku bi gor xalên peymanên Hewlêr û Dihokê tevbigerin û hevkariya xwe pêkbinin.
Ji ber gemaroya Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, qeyrana aborî û civakî li Îranê her roj kurtir, berteka gelên Îranê li hember rejîma Cumhuriyeta Îslamî erfirehtir dibin. PSK banga hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilatê dike, ku ji bona îstîfade kirin ji vê rewşê, hevkariya xwe bi hêztir bikin. PSK her usa piştgiriya xwe RASANê dubare dike.
Damezrandina partî û rêxistin bi navê Kurdistanê mafên me yê bingehîn e. Tomar kirina dava di Dadigeha Desturî ya Tirkiyê da, bona daxistina Partiya me, PAK, PDK-T û KKP her usa dijmîntiya dîrokî li navê welatê me nişan dide.
Divê bê zanin, ku tomar kirina doz bona daxistina Partiya me, nikare rê li ber me bigre. Em bi eşkere radigihinin, ku bi rêka demokratîk û meşru heya axirin nefes partiya xwe biparêzin.
Xweyî derketin li navê Kurdistanê, mercekê demokratî û welatparêziyê ye. Bona vê yêkê em banga hemu aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat dikin, ku li hemberê doza daxistina partiyên me piştgiriya me bikin.
Di salvegera 31êmîn da, em li ber hizura şehîdên ENFALê girnoş dibin.

15 Avrîl 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button