Polîtîk

Şeredarî nû yê Diyatbekirê hêja dest kar nekiriye

Adnan Selçuk di  hilbijartinan de bi % 62 deng girtin û bû serokê şaredariya Mezin a Diyarbekirê. Lê heta vê gavê belgenemaya xwe ji Dezgehê Hilbijartinê yê Bilind wernegirtiye. Ev yek dibe sedemê gelek gotubêjin cuda.

Dezgehê Hilbijartinê yê Bilind biryarek da ku, belgenameyê nedin kesên ku bi hukmê qanûnê ji karên wan hatin dûr xistin. Lê tu biryarek bi vî awayî di derbarê Selçuk Mizrakli de tuneye.

Rewşa Mizrakli çiye?: 19ê Temuza 2017ê Mizrakli di çerçova doza Kongreya Civata Demokratik de hatiyê binçav kirin. Piştî sê rojan derêxistine dadgehê û bi minasebeta ku endamê “ rêxistina terorist“ e hatiye girtin û 49 rojan li Diyarbekir di girtigehê de maye. Piştî 49 rojan cardin hatiye azad kirin, lê doza di derbarê wî de hatî vekirin berdewam e.
Niha tê gotin ku, bawernameyê jî bidin Mizrakli, cezayekî bidinê cardin digrin û di cihêwî de Qayum tayin dikin.
Gelek senaryo têne qiset kirin, lê hêja ne kifşe ku ,dê çewe be.

Back to top button