Cîhan

Pasdar binyata dewleta kûr a Îranê ye

Îran gelek bi tundî li dijê biryara Amerikayê, ya ku hêzên Pasdarên Îranê kirî lîsteya terorîsta de derket. Bersiva Îranê jî ew bû ku, Hêzên Nawendî yê Amerikayê (CENTCOM) wek rêxistinek terorist ragihand.

Konseya ewlehiya netewî ya bilind a Îranê civiya û biryar da ku (CENTCOM) jî hêzek terorist e. Dê ev helwesta Amerika û vê yekêve girêdayî helwesta Îranê di çi i gel xwe bîne hêja ne kifşe. Lê siyaseta Amerika ya li himber Îranê dê bandorek mezin li herêmê dike û ev yek dikare bibe sedemek bingehîn ji bo hinek bûyerên li Rojhilata Navîn.

Ev yek ne tenê biryarek siyasîye ku li ser kaxizê bimîne, dixweyê dê hinek gav jî bên avêtin da ku ev biryara Amerikayê cihê xwe di pratikê de bibîne.

Hêza Pasdarên Îranê sala 1979ê dema şoreşa îslamî li Îranê hate ava kirin. Armanca damezirandina vê hêzê parastina şoreşa Îslamiye li Îranê. Hêzeke ku ji 125 hezar kesan pêk tê û li Îranê hêzek din wek milis ku hêjmara wan jî 90 hezarin pasdaran ve gêrêdaye.Milisîn Besîç hêzeke di kontrola Pasdaran de ye.


Ji aliyek din hêza bi navê hêza Quds jî Pasdaran ve giraye û ev hêz piranî ji derê Îranê kar dikeû li Yemenê, Suriye û li Iraqê û gelek deverên din ku Îran destê xwe kirî di nav de kar dikin.

Gelek pispor Pasdaran wek dewletek di nava dewletê de dibînin, hinek jî vê hêzê wek dewleta kûr a Îranê bi nav dikin.
Vê hêzê li gelek welatan kesayetên muxalîfê Îranê qetil kirine û çalakî li dijê wan pêkanîne, tê zanin ku berpirsên PDK a Îranê jî li Avusturya û Almanya bi destê vê rêxistinê hatine ji nav birin.
Herweha sala 1983ê li Libnanê li dijê hêzên deryayî yên Amerikayê êrîşek mezin û sala 2011ê li Erebistana Siudiyê li dijê balyozxaneya Amerikayê çelakiyek pêkanine. Ev herdu bûyer sedemek bingehîn e ji bo Amerikayê vê rêxistinê wek rêxistinek terorist radigihîne.

Back to top button