Kurdistan dê her dem wek navenda pêkvejiyana aştiyane bimîne
Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî şandek yê kesayetên olî yên Ermenî kir.
Di civînê de bûyerên deverê û rewşa kirîstyanên koçber li Herêm a Kurdistanê û Deşt a Neynewa hatin behskirin. Tekez jî hat kirin ku pêdivîye bi harîkarîya alî yên peywendîdar zemîne û jîyanek a hejî bo vegerandin a kiristayan ên aware bihê dabînkirin daku bikarin bizivrin dever ên xwe li Deşt a Neynewa.
Mesrûr Barzanî, xweragirî û peywestbûn a bira yên Kirîstan bi warê xwe û veman a wan li welat bi pêdivî zanî daku rê bihê girtin ji wan pêkol ên dihên kirn bo nehêlan û guhertina dîmografîya dever ên wan. Herweha ragehand: piştîvanî ya me dê berdewam bibe bo maf ên bira yên kirîstîyan bi giştî û hevwelatî yên Ermenî.
Her di wê dîdarê de rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, tekez li ser ewê yekê kir ku di ti kawdanan de gel ê Kurdistanê destberdar ê kiltur a jêburînê û bi hev re jîyanê nabe., ku bi dirêjahî ya dîrokê reh ên xwe di hizr ên wî de dakutaye û got: Kurdistan tim dimîne navend a birayînîyê û bi hev re jîyan a aştîyane ya tevahî ya netewe û ol û olzayan.
Li hember evê yekê ûşand a mihvan, supasî ya serok Barzanî û gel û hikumet a Kurdistanê kir, ku di vê qonax ên cûda de pena û penageh ên kirîstîan ên Îraqê bûne û piştîvan bûne bo vekirina dêr a ermenî li hewlêrê û bajar ên din yên Kurdistanê. Di dawîyê jî de şand a mihvan ûmêd a serkevtinê xwaztin bo kabîne ya dahatî ya Herêm a Kurdistanê.