Polîtîk

Tenê Ala Kurdistanê û Urdinê bala Iraqê kişand

Roja 05.04.2019 li ser vexwendina fermî ya Şah Adullah Padîşahê Urdinê, bi mebesta beşdarîkirina korbenda salaneya Aborî li Behr Elmeyt(Deryaya Mirî) Serok Barzanî gihattibû Urdinê. Dema Barzani giha balefirxaneya Amanê ji aliyê Emîr Feysel Bin Huseyn birayê Padîşahê Urdinê ve hate pêşwazî kirin.

Barzani û Emîr Feysel Bin Huseyn li balefirxaneya Amanê hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de tenê Ala Kurdistanêû Ala Urdinê hebû.

Li ser vê bûyerê li Iraqê hinek siyasetmedara û wezereta derve ya Iraqê rexne li Urdin kirin û gotin, diviya li gel Ala Kurdistanê Ala Iraqê jî hebûya. Siyasetmedarên Iraqî ne li dijê Ala Kurdistanê derketin , lê tunebûna Ala Iraqê li tenişta Ala Kurdistanê rexne kirin.
Urdinê jî pêwendiyek li gel wezereta derve ya Iraqê de, da xûyakirin ku ev dibê ku ji kemasiyek protokolî hatibe pêş.

Ji berî demekî dema Şah Adullah Padîşahê Urdinê serdana Iraqê kirî, li Bexdayê Alên Iraqê û li tenişta wê jî Ala Filistinî di gelek kolanan de hatibû rakirin. Di wê demê de Iraqê doza lêborînê li Urdin kirî bû, herweha Iraqê ev yek wek kêmasiyekî destnîşan kirîbû.
Lê tê zanin ku peyamek veşartî li piş vê helwesta Iraqê hebû. Dixweyê Urdinê jî peyamek da Iraqê.

Back to top button