Dengdarên HDPê naxwazin denga bidin CHPû IYI Partiyê
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêvajoya propaganda hilbijartina gelek tevlîhev derbas dibe. Her tifaq yan jî partiyek siyaseta xwe bi piranî li ser bingehê dijitiya aliyek din yan jî partiyek din ava kiriye.
Piraniya caran berbijêr û taybetî serokê partiyan ji projeyên xwe behtir , dijê partiyên din diaxivên, li ser gotar û helwestên aliyên dijber siyaseta xwe diafirînin. Ev yek dibe sedemek ku li ser partiyan nirxandin bi awayek zelal nayên kirin.
Mixabin li Kurdistanê tu aliyek behsa rewşa siyasî ya kurda nake. HDP û aliyên ku li gel tifaq kirîn cardin wek her car tenê pirsa “ Tecrita Ocalan “ tînin rojevê. Dema behsa siyaseta rêvebirina şaradariya dikin, dibêjin; Emê li gel xelkê rêveberiya şaradariya bikin. Lê dema ku rêveberiya şaradariya di destê wan de bû, ji bilî hevalbend û kes û karên wan tu kesek din nekirin şirîkê rêveberiya şaradariya. Li hemû bajaran ev yek bi awayek vekirî dixweyîya. Ew di rêveberiya şaradariya de ne serkeftî bûn. Şaradarî wek baregehên partiya wan bûn.
HDP li bajarên Tirkiye li gel CHPê û IYI Partiyê di nava hevkariyekî de ye. Ji bo HDP pişgiriya berbijêrin tifaqa Millet bike, bi dehan hevalên wan jî di lîsteya meclisên şaradarian de cih girtine. Tifaqek eşkere heye, lê tenê newêrin ji raya giştire behsa vê tifaqê bikin.
Ji ber ku tu li dijê MHPê bî, tu nikarî hevalbendiya IYI Partiyê bikî. Herdu wek hevin û partiyên nijadperestin. Tu li dijê AK Partiyê bî, tu nikarî li gel CHPê hevkariyê bikî. Dema pirsa kurdî ji bo te pîvan be û tu doza mafê rewa yê kurda bikî, ev yek derbas dibe.
Lê dema tu ne kurd û Kurdistanî bî her tişt ji bo te mubahe. HDP jî vê yekê dike. Di rastiya wan de Kurdistanîbûn tuneye.
Tu derdek HDPê yê Kurdistanê tuneye, ji hemû partiyên Tirkiye behtir dewletê diparêzin, xwe wek partiyek Tirkiye dibînin û siyaseta rêve dibin tu pêwendî bi Kurdeyatiyê re tuneye.
Herî dawî Demirtaş tevlî vê propagandeya derew bû.
Selahattin Demirtaş hevserokê berê yê HDPê ji Edîrne di derbarê hilbijartian de propagandeya HDPê dike. Demirtaş vêcarê bi bayê Temelî lê da.
Daxûyaniya xwe de Demirtaş dibêje: Ne hevkariyek ya me û ne jî tifaqa me li gel CHPê û IYI Partiyê heye. Lê ji bo em îktidara AKPê jinav bibin, emê li bajarên rojava pişgiriya berbijêrên CHPê û IYI Partiyê bikin.
Demirtaş dibêje ku, ew dizane ne hesaniyê ji dengdarên HDPê daxwaziya pişgiriya CHP û IYI Partiyê bikin, lê ji bo faşîzmê têkbibin divê dengê xwe bidin wan.
Lê dixweyê li gelek bajarên Tirka dengdarên HDPê dengêxwe nadin tifaqa ku partiya wan şermê jê dike.
Nûçe/Analîz
23.3.2019