Civak

Newroza HDPê ji hemû nirxên Kurdistanî dûr bû

Li bakur Newroz ne bi rihek netewî tê pîroz kirin. PKKê naveroka Newrozê wale kiriye . Newroz li Diyarbekirê tenê dibe zeminek ya propagandeyek HDPê.

Wateyek ya pîroz kirina Newrozê heye. Newroz bi navê Adarokê, bi navê hatina demsala Biharê ji xwe di nava kurdan de dihata pîroz kirin. Li Bakurê Kurdistanê salên 70î newroz bi wateyek siyasî û netewî hate pîroz kirin. Newroz qedexe bû, lê cardin di wê demê de rêxistinên Kurda Newroz bi gelek çalakiyan pîroz dikiran. Di newrozan de behsa doza netewê kurd dihata kirin, behsa armancên siyasî dihata kirin.

Newroz ne ewe ku tu dehê hezaran xelkekî kom bikî. Newroz ewe ku tu bikaribî behsa naveroka wê ya pîroz bikî û rêya destxistina azadiyê bidî ber gelê xwe.

Li Diyarbekirê Newroz ji aliyê HDPê û hevalbendên wê ve bi amadebûna dehên hezaran ve hate pîroz kirin. Lê gelo çi sembola Kurda li Newrozê de hebû? Newroz ewe ku qada lê pîroz dibe  bi alayan Kurdistanê bê xemilandin. Newroz eger wek cejnek netewî bête pîroz kirin gerek di naveroka wê de nirxên netewî hebin û bi sembolên netewî bête pîroz kirin. Lê mixabin li Newroz HDPê de ev tişt tunebûn.

Newroza HDPê giranî behsa “Tecrit a Ocalan“ hate kirin. Ji ber ku HDP di van hilbijartinan de, “Tecrit a Ocalan“ kiriye bingehê propaganda xwe. Lê mixabin heta wek niha jî peyama ku Ocalan ji Îmralî li gel birayê xwe ji bo HDPê rêkirî nehatiye eşkere kirin.

HDPê da xûyakirin ku di demek nêzik vê peyamê ji bo Raya Giştî radihînin. Lê heta niha behsê nakin. Ji ber ku Qendil eşkerekirina peyama Ocalan qedexe kiriye. Newrozên HDPêde peyamên Ocalan dihatin xwendin. Lê di vê Newrozê de behsa peyamê jî nehate kirin.

Ji aliyek din ve Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Amedê di şeva 21ê Adarê Newroz holekî de pîroz kirin. Sembola netewî Ala Kurdistanê hebû, behsa nirxên netewî dihat kirin. Newroz ewe ku, bi naverok bête pîroz kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button