Kurdan neşiyayine qewarekê Kurdistanî damezirînin
Îhsan Amêdî di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ji bona ku Rojava bihêt parstin pêtviye PYD digel hêzên dî yên Kurdistanê pêkbihêt, hevkariyeka baş bi hevra biken û ji bo parastina Rojava divê leşkerê Roj digel YPG pêkve kar biken.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Îhsan Amêdî: Li Rojava deverek mezina kurdî û erebî bi hêza YPG û HSD û bi pişitevaniya Amerîka û hevpeymanên wê hatiye rizgarkirin. Lê niha rewşa wê deverê di gurankariyê daye. Ji aliyekî ve givaşitin û gefên Tirkiyayê hene, ji aliyek dî gefên hikumeta Suriya û hevpeymanên wê û ji aliyê dîtir jî mijukiya helwestê Amerîkayê ye, lê tiştê baş Amirîka ragehandiye ku dê hêzek xwe li Rojava bihêle û rê nade ku çi hêzek zêdegaviyê li ser wê bike. Ji bona ku Rojava bihêt parstin pêtviye PYD digel hêzên dî yên Kurdistanê pêkbihêt, hevkariyeka baş bi hevra biken û ji bo parastina Rojava divê leşkerê Roj digel YPG pêkve kar biken, hevgirtina kurdan pêtviye daku Rojava bibite herêmek siyasî û yasayî.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Herêma Kurdistanê di çarçovê biriyara Civata Asayşa Navdewletî bi pişitevaniya Amirîka û hevpeymanên wê hatiye dirustkirin û niha jî Amirîka weku zilhêza cîhanî roleke giring dilîze ji bo parastina Herêma Kurdistanê. Amerîka her heman rol dilîze ji bo dirustkirin û parastina Rojava, lewma helwestê Amirîka gelek girine ji bo herêmê û Rojava jiberku dewletên herêmî dijî hebûna qewarekê Kurdistanî ne û bêyî pişitevaniya Amerîka herêm û Rojava dikevine di bin gefan da. Herêma Kurdistanê niha qewarek federalî desturî danpêdaye, lê Rojava hêşita weku qewarek defaktuye bi pişitevaniya Amerîka.
Weke diyar niha Amerîka dê Rojava biparêze taku dibe qewarek desturrî danpêdayî, lê hêşita kêşûvekêş gelekin li ser Rojava û metirsî hene çunikî dîtina Amerîka, Rusiya û Ewropayê hêşita mijukiye û nezelale û rewşa Rojava li jêr hejmuna PYD da ya dilinya nîne! Lê ev hebûne ji bo Suriya paşerojê derfetek başe bo danpêdanê bi mafên kurdan li Suriya.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
ENKS hêzeka siyasî giringe li Rojava lê mixabin li ser erdî cihê xwe yê rasteqîne ne parastiye û sererayi rêkeftinên dgel PYD lê rê pê nedaye azadane biçe Rojava. Mixabin ta niha ne hêzên opozisyonê û ne yên rijêma Beşar danê bi mafên kurdan naden û navmala kurdan jî li Rojava rêxistinî nîne ku hêzê bide kurdan, lê pêkhatina kurdên Rojava pêtviyek mêjuyî ye ji bo bidestveînana mafên kurdan.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?
Suriya welatek bê serwerî ye her çend grûpeka deverek kontirol kiriye û herwesa her çend dewletan jî nawçên taybet bi xweve kontirolkirine û ta niha dîdeka ruhn û aşkera ji bo ayindê Suriya diyar nîne. Sererayi rolê nûnerê Neteweyên Yekgirtî û civînên Cinêv, Estane û Soçî lê weku diyar hêşita dîdeka navdewletî dirust nebûye ji bo rewşa Suriya.
Amerîka, Rusiya, Tirkiya û Îran roleke kara û hevdij dibînin li ser gorepana/meydana Suriyê lewma çi asuyên geş nînin û zerermendên serekî xelkê Suriyayê ye. Vê rewşê derfetek daye kurdan ku deverên xwe rizgar bikin lê neşiyayine nav lêken û qewarekê Kurdistanî damezirînin, lewma ji hemû hêzên siyasiyên kurdistanî li Rojava dihêt xwestin hewlên xwe biken yek û li astê navxwe yê Suriya bi hêzên berhingar û dewletên herêmayetî û navdewletî karibiken ji bo danpêdan bi mafên kurdan û qebûlkirina qewarekî xwemalî li Rojava û cêgîrkirina van mafan di destûra ayindeya Suriya da.
Îhsan Amêdî