Li Sûrî yên pişta rêjîmê sekinîn di cihanê da tenê PYD bû
Têmûrê Xelîl bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Dema rêxistinek hewil dide di navê rêxistina wî da gotinên kurd û Kurdistan tunebin, dema biryar kirîye navê Kurdistanê ji mejûyê miletê me derxe û dewsa Rojavayê Kurdistanê dibêje Bakurê Sûrîyê, wê demê navê vê kirinê xayînîtî ye.
Rojevakurd : Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwîst e bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Têmûrê Xelîl : Gerekê kurd fêrî wê yekê bin, ku nedine dû rêxistinên pirjimar, ku pir caran serketina wan tenê di pirjimarîyê da ne, lê bi emelê xwe va bo berjewandîyên xwe yên şexsî zirareke mezin didine gelên xwe. Kurd gerekê bidine dû rastîyê, dû rêyên ku kurdan berbi azadîyê dibe.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Hêzên emerîkî bi xurtî alîkarîya PYD dikirin, bi şertê ku ew dostanîya rêjîmê neke û xwe perçekî PKK nebîne. Lê PYD bi zanebûn him piştgirîya xwe a bi desthilatê ra berdewam kir, him jî roja ku alîkarî ji emerîkîyan distend, roja dinê bi wêneyê Apo û alaya apoçîyan derdikete kolanên bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Hilbet, di rewşeke ha da rojek ji rojan emerîkî wê dest ji piştgirîya kurdan bikişînin, belkî êdî kişandibin jî.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Êdî eşkere ye, ku ENKS bo berjewendîyên kurdên Rojavayê Kurdistanê kar dike û bi helwesta xwe a dijî desthilatê ev yek îzbat kirîye.
Tiştek eşkere ye, ku hema di destpêka şoreşa Sûrî da li sala 2011an, dema ereb rabûn dijî desthilata welatê xwe, li Sûrî yên pişta rêjîmê sekinîn di cihanê da tenê PYD bû. Ango, rêxistinek a kurdî ye, rêxistina din jî apoyî ye, ku heta îro xêrek bo kurdan nekirîye.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.
Kurd berî her tiştî gerekê di nav xwe da xayînan bibînin û ji milet ra îzbat bikin, ku evana kê ne û we di ku da dibin. Dema rêxistinek hewil dide di navê rêxistina wî da gotinên kurd û Kurdistan tunebin, dema biryar kirîye navê Kurdistanê ji mejûyê miletê me derxe û dewsa Rojavayê Kurdistanê dibêje Bakurê Sûrîyê, wê demê navê vê kirinê xayînîtî ye. Û kesên xayîn ji dijminan gelek xirabtir in!
Dema êzdîyên Şengala Kurdistanê dibin bo rizgarkirina Reqqaya ereban, an ji bo kuştinê ye, an jî ji bo pêkanîna daxwezên dagirkarên Kurdistanê ye.