Hemaîl Xan dayîka serokê Kurdistanê li Swêdê hate bibîranîn
Hemaîl Xan dayîka serokê Kurdistanê li Swêdê hate bibîranîn
Duhî roja yekşemiyê 31.07.2011ê, li bajarê Stockholm a paytextê Swedê, bi minasebeta wefatkirina xatûn Hemaîl Xanê, hevjîna rêberê gelê kurd Mustefa Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) komîteya Swêdê merasimeke behîdariyê saz kir.
Ji hemî derên Swedê xelkê girsehî di vê minasebetê de amade bûn û bi hestên xwe xemgîniya xwe bi serokê Kurdistanê û malbata wî re parve kirin.
Di merasima bibîranîna Xwedêjêrazî xatûn Hemaîl Xanê de, serok û berpirsên partî û rêxistinên siyasî ji her çar perçeyên Kurdistanê û Iraq a federal, komele û saziyên civakî , sivîl û kulturî û siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd li Swêdê bi destkên gulan berê xwe dan cihê taziyê û hevxemiya xwe ji bo wefata hevjîna rêberê gelê kurd Mustefa Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nîşan da.