IYI Partî li Ixdirê pişgiriya AKPê û MHPê dike
IYI Partî li Ixdirê ji bo berbijêrê HDPê neyê hilbijartin amadeye her tiştekî bike. Heta IYI Partî da xûyakirin ku eger pêwistbe dê li dijê HDPê pişgiriya berbijêrê MHPê û AKPê jî bikin.
Di axavtinek ya xwe de seroka IYI Parti Meral Akşener dibêje: Li Ixdirê eger em berbijêrekî bidin nîşandan dê HDP serbikeve. Lê ji bo serneketina HDPê emê li vî bajarî tu berbijêra nîşan nekin. Eger tifaqê Cumhur(AKP-MHP) li Ixdirê berbijêrekî destnîşan bike emê dengê xwe bidin wî berbijêrî.
Meral Akşener rastiya xwe wedişêre û ji bo hevalên xwe kane bike derewa dike. Ji ber ku vê partiyê , CHPê û HDPê peymanek çêkirine .
Li Ixdirê MHP bi hêze ji bo vê jî eger li Ixdirê MHP û AKP berbijêrekî derêxin dê HDP winda dike. Rewşa dixweyê eve.
Li gora hilbijartinên giştî yên 2014ê li Ixdirê ; HDPê 18.168 deng, MHPê 17.442 deng û AKPê jî 4.490 deng girtibûn