Hevpeyvîn

Dijayetiya PYD ji Pêşmergeyên Roj re dijayetiya gelê Kurd û Kurdistanê ye

Nivîskarê mezin û civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşkçî dibêje, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekrêz bin û dijayetîkirina PYDê ji Pêşmergeyên Roj re tê wateya dijayetiya gelê Kurd û Kurdistanê.

Îsmaîl Bêşkçî taybet ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Biryara PDKê ku Nêçîrvan Barzanî bike serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bike serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryareke di cihê xwe de ye. Hêvîdar im hikûmeta Kurdistanê bilez bê avakirin û Parlamentoya Kurdistanê dest bi karê xwe bike û çalaktir be.”

Ev demek e ku gelek şandên welatên navçeyê û cîhanê serdana Hewlêrê dikin, bi taybetî jî serdana Serok Barzanî dikin. Derbarê wê yekê de Îsmaîl Bêşkçî, Serok Barzanî bi siyasetmedarekî girîng û jêhatî binav dike û dibêje: “Hatina şand û siyasetmedarên cîhanê ji ber ku dixwazin li nêrîn û hizr û ramanên Serok Barzanî guhdar bikin. Hatina wan şandan herwiha nîşana wê yekê ye ku Kurd hêzekî girîng in ji aliyê dîplomatîk de li navçeyê û li cîhanê.”

Bi nêrîna wî nivîskarê mezin ê dostê Kurdan, derbarê nêrîna welatên mezin ji bo Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdan bi taybetî, di wê baweriyê de ye ku tişta herî girîng Kurd in ku çawa berê xwe didin Rojhilata Navîn, ew jî piştî ku ewqas têkoşan kirine û qurbanî dane, herwiha ku hejmareke mezin ji Kurdan li cîhanê hene û heta dewleta wan tune ye.

Bêşkçî wiha got: “Dema Kurd vê proseyê fêm bikin dê zanibin ku dem hatiye yek bin û yekrêz bin û dema ev yek pêk were dê Amerîka jî bi erênê berê xwe bide wan. Kurdan ewqas têkoşan û qurbanî dane, lê hêj hestê wan ê kurdwariyê ber bi pêşve neçûye û ev yek kêmasiyeke mezin e. Nexşeya Rojhilata Navîn ji nûvre tê xêzkirin, pêwîst e Kurd xebat û têkoşînê bikin bi mebesta ku cihê xwe di vê nexşeya nû de bigrin.”

Sûriye bûye meydanek ji welatên mezin re û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî beşek in ji xelkê wî welatî. Bêşkçî dibêje, ji bo ku Kurdên wî perçeyê Kurdistanê bighên mafê xwe û destkeftên wan hebin di vê qonaxê de, divê xwe nexin bin destê rêjîma Esed de. Divê Kurd li wir bi rêya yekrêzî û yekîtiyê biçin têkoşînê.”

Îsmaîl Bêşkçî dibîne ku pêwîst e Pêşmergeyên Roj vegerin ser axa xwe û wiha dibêje: “Ew dijayetiya PYDê ji Pêşmergeyên Roj re li ser daxwaza rêjîma Sûriyê ye. Eger PYD bixwaze daxwazên rêjîma Sûriyê cîbicî bike rêgiriyê li vegera hêza Pêşmergeyê Roj dike. Dijayetiya Pêşmergeyên Roj dijayetiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

 

Back to top button