Serok Barzanî wek merciya çareseriya pirsgirêka tê dîtin!
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn di hevpeyvînekî de dide xûyakirin ku, ew berpirsên welata û heyetên serdana serok Barzanî dikin, ji ber Serok Barzanî wek merciya çareseriya pirsgirêkan dibînin tên serdanê .Herweha herêma Kurdistanê lîstokvanekî bihêze di wan lîstokên siyasî yên li di herêmê de pêktên.
Sefîn Dizeyî ji Dengê Amerîkayê re da xûyakirin ku, hatina heyetên welatan yek li dû yek bo Hewlêrê, belgeye ku pêgeha herêma Kurdistanê bo wan welatan pir bi nirx e û herêma Kurdistanê jî ‘’Lîstokvanekî bihêze di wan lîstokên siyasî yên li navçeyê birêve diçin.’’ Herwaha got: ‘’Hewlêr berdewam bûye cîhê çareseriya pirsgirêkên navxwe yê Iraqê û rol û kesayetiya Serok Barzanî kariye bandor û roleke berçav bilîze di çareseriya pirsgirêkan de, yan jî ragirtina pirsgirêkan de.’’
Sefîn Dizeyî got, wuze beşeke ji pêşketina peyvendiyan, lê ‘’Wek tê zanîn Iraq welatek giringe bo civaka navnetewî. Seqamgiriya Iraqê ya bi temamî seqamgiriya navçeyê û qada navnetewî bandor dike. Herêma Kurdistanê kariya rolek berçav di seqamgiriya navçeyê de bilîze, ev yek jî bûye sedem ku nirx ji rola peyvendiyên dualî re bê dayîn.’’
Sefîn Dizeyî ragehand, hemû şandeyên ku hatine piştevaniya xwe bo herêma Kurdistanê teqez nîşandane, herwaha li gel piştevaniya xwe bo pêşxistina peyvendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê jî ragehandine. Di heman demê de jî nirx dayîna pêşketina peyvendiyên di navbera wan welatan li gel herêma Kurdistanê jî xaleke din a wan hevdîtinan bûye.
Sefîn Dizeyî derbarê şandeyên serdana Serok Barzanî kirin de jî got: ‘’Serok Barzanî wek merciya çareseriya pirsgirêkan tê dîtin. Ne tenê navxweyî herêma Kurdistanê, li Iraqê jî ew ezmûn û xebata zêdetirî 50 salan heye û hemû alî jî teqdîr dikin, ku kariye cîhê xwe di pirsgirêkên siyasî yên navçeyê de veke. Êdî payeyekî wî ya fermî hebe yan nebe ev yek wisa ye.’’