Nivîsar

Dezenfarmasyon û etika siyasî

Li ser hevkariya HDPê û hinek aliyên kurda di hilbijartinên herêmî de daxûyaniyek hevbeş hate ragihandin. Piştî vê daxûyaniyê hinek kes, alî bi rêyên cuda ditinên xwe nivîsandin û ev hevkarî û cureyê vê hevkariyê şirove kirin.

Lê hinek kes di medya civakî de, di vê hevkariyê de behsa aliyên PDK û taybetî behsa Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye û behsa Platforma Demokratên Kurdistanê dikin. Bê guman mafê herkesekiye bi awayê dixwazê behsa bûyerên siyasî bikin û rexne bikin û herweha rewşa heyî binirxînin.

Lê hinek kes di medya civakî de dema behsa van aliyan dikin navê min jî derbas dikin. Hinek agahdariyê şaş didin û hinek jî sinorê mirovatiyê derbas dikin, derewan dikin. Agahdariyên xelet dinivîsînin. Ez piraniya van kesan nasnakim. Nizanim kî ne û derbasbûna wan ya siyasî çiye. Heye yan tuneye. Lê ew dinivîsînin , derewa dikin. Gelo mirov pirsekî hinek ji wan bike ew min nas dikin yan na? tu cara li gel min rêxistinekî de siyaset kirine yan na?

Bila xelet neyê fam kirin, kesek rexna bike ser sera ser çava, lê ithama bikin û sinorê edebê derbas bikin dê bersiva wan bê dayin û di raya giştî de bêne tazî kirin.

Di siyasetê de jî hinek pîvan hene ,lê hema tu xelkekî nas nekî wan tawanbar bikî û derewa bikî ev nabê. Herkesek insanek ji çi pêvajoya siyasî hatibe, eger rexneyekî li kesayeta min yan jî tişta ku ez dikim bike û vê di çerçova ehlaqê siyasî de bike, ezê ihtirama wî/wê bigrim. Herweha dê li gora xwe jî di heman çerçovê de bersiva wan bidim.

Lê hinek kes ku cihê runiştî de mirova tawanbar bikin, nabe, her tişta ku mirov bêje divê bi mesuliyet bê gotin. Divê mirov bizanibe gotina wan digihê kû derê.

Gelek kes pêvajoya siyasî ya PDKTê bi çewtî dinirxînin. Ji ber ku wan di nava PDKê de siyaset nekiriye û demên dawî pêwendiyên wan ji aliyek ku li ser navê vê partiyê kar kiri re çêbûye.

Dema demê wê werê ezê li gora têgihandina xwe behsa van tişta bikim, ezê bersiva hinek ji van kesên nenas bidim.

Dema ew kesên ku min nasnakin behsa min dikin ez jî li gora xwe lêpirsînekî dikim, lê rastî wan kesan nasnakim û tu cara me bihevre gav neavêtiye. Rexne kirin jî xwedî hinek nirxane, dema mirov guh nedê van nirxan dê mirov tujî xeletiyên mezin bibe.

Eger insanek gotinekî bêje û vê yekê ispat neke û her demî li pişt gotina xwe nikaribe bisekine, dê çewe bê nav kirin?

Di derbarê hevkariya ku navbera HDPê û hinek aliyên din de çêbûyî dîtinên min eşkerene.

Di Rojevakurd de, di vê derbarê de analizek hatiye kirin. Ez wan dîtinan par dikim û heman demê de wek wê analîzê jî difikirim.

Tifaqa Kurdistanî yan ya hilbijartinên herêmî?

Lê heta berbijêr eşkere bibin, û rewşa heyî ji gotina derkeve û bibe fermî ezê dîtinên xwe berfireh li ser vê hevkariyê bêjim.

15.01.2019

Dara Bilek

Back to top button