Nivîsar

Tifaqa Kurdistanî yan ya hilbijartinên herêmî?

HDP li gel hinek partî û aliyên Kurdistanê hevkariyek ji bo hilbijartinên herêmî pêkanî. Dema mirov berê xwe dide daxûyaniya ku hatîye ragihandin mirov nikare vê hevkariyê wek hevkariyek yan jî Tifaqa Kurdistanî bi nav bike. Ji xwe partiyên ku ev Tifaq pêkanîne jî vê tifaqê wek Tifaqa Kurdistanî bi nav nakin. Ev Tifaqa Hilbijartinên Herêmî ye.

Prensibên ku tifaq li ser hatine avakirin ji aliyê neteweyî bêhtir civakî ne û ne bersiva daxwaziyên Kurdan yên siyasî ne. Ji ber wê yekê têrê nake . Ev partî û aliyên kurd xwe sipartine HDPê û ji bo di hilbijartinan de çend kursiyan destbêxin. Eşkere ye ku ev hevkarî ne ji bo yektiyek neteweyî, lê ji bo destxistina hinek şaredarî û kursiyan hatiye avakirin.

Partîyên ku li derveyî hevkariyê mayine ji bo çi neketine nava vê Tifaqê de divê baş bête nirxandin.

PAK, PSK, HAK-PAR, HUDAPAR û PDK-Bakur ji bo çi ne di nava vê tifaqêde ne?

Ji aliyek din 8 parti û aliyên siyasî ev daxûyani îmze kirine. Ji xwe ji van aliyan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yekin û di siyasetê de girêdayê heman nawendê  kar dikin.

Komeleya Kurdên Şoreşgêr yên Demokrat (DDKD): Ji xwe li gel HDPê kar dike û parlementerek wan heye û ev e du derb e ku di nava HDPê de ye û ji derveyî siyaseta HDPê tiştekî din nake. Gelo di rastiyê de rewşa wan ya rêxistinî çî ye ? Ev komele hêja maye yan ne? Yan jî bi tenê navek e?

Hereketa Îslami ya Kurdistanê (Azadî): Wek tevgereke Îslamî ye û ew jî ji xwe demek e li gel HDP kar dike û parlementerek wan jî di nava HDPê de bû. Piştî ku ev hevkarî pêk hat hinek berpirsên wan xwe ji rêxistinê vekişandin.

Partiya Mirov û Azadiyê (PIA): Nû hatiye ragihandin û li Kurdistana Bakur çiqasî naskirî ye hê nayê zanîn. Yanî bi awayek din kî ne ? Çi dikin ne dîyar e.

Partîya Komunîsta Kurdistanê (KKP) : Ev partî jî her demî li gel HDPê kar dike û hilbijartinên parlementoyê de jî li gel HDPê bûn.

Platforma Demokratên Kurdistan (PDK):  Di serokatiya Sertac Bucak de, gelo rewşa wan çiye û heta çi astê rêxistin in ev jî pirsek din e.

Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T): Di nava van rêxistinan de ya herî li ser hev e cardin ev partî ye. Ev partî li hember siyaseta HDPê behsa nirxên Kurdistanî dikir û tê zanin ku wusa didan xûyakirin ku, “ew cihê ku Alaya Kurdistanê lê neyê bilind kirin em  li wê derê siyasetê nakin“. Lê di civîna ragihandina hevkariyê de tu Alayên Kurdistanê tunebûn. Kurdistanîbûna beyî Alaya Kurdistanê? Gelo dê çawan bikaribin bersiva vê pirsê bidin?

Bi kurt û kurmancî HDPê hinek navan di bin sêwana xwe de kom kirin. Li  ber çavan e ku çi prensibên siyasî ne esasin . Ya esas wusa xuya dike ku li ser hesabên kursiyên basît  hatine kirin. HDP wê tu şeredariya parêzgehekî nedê van aliyan. Di rojên pêşîya me de ew dê nekaribin bi navê partiya xwe siyasetê berdewam bikin. Ji aliyek din jî tu van partiyan hemûyan bidî serhev nikarin li navçeyekî ya Kurdistanê de şeredariyekî bi destbixin.

Ev hemû pirs in, dema hevkariyek li ser navê Kurdan bê kirin û wek “hevkariyek Kurdistanî” bê lanse kirin, divê ev pirs bêne kirin û rewşa hemû aliyên ku di hevkariyê de cih digrin bibin babetên nirxandinê.

Ji aliyek din, HDP hevkariyek bi du alî pêktîne, li gel aliyên Tirk û li Tirkiyeyê tu rola vê hevkariyê tune ye û HDP  hevdîtinên xwe yên  li gel partiyên Tirkiye re bi serê xwe û bi yek alî dike. Ji  xeynî HDP tu partî, kes û tifaq  ne di nava  bazara ku li gel aliyên Tirkiye re ne.

HDPê bi vê gavê,  li Kurdistanê bi navê yekitiya Kurdan wek manewrayeke siyasî pêkanî ye. Ev hevkarî dikare di demeke nêzik de  serê hinek ji van rêxistinan jî bixwe.

Ji aliyek din ve eger mirov bixwaze naveroka vê hevkarîyê baştir têbigihe, pêwist e ku dîtina  ew aliyên ku di nava vê hevkariyê de cih negirtîne bistîne. Sedemên wan jî girîng in.

Her Kurdek niştimanperwer dixwaze di hemû astan de hevkariyek yan jî tifaqek di nava Aliyên Kurdistanî de he be. Lê lazim e ev tifaq ne ku li ser hîla û pîla bê avakirin.

Divê Tifaqa Kurdistanî li ser bingeheke neteweyî be û bi daxwaziyên neteweyî bibin armanca tifaqa Kurdistanî.
Di rojên pêşiya me de û di dema propaganda ya hilbijartinan de, dê “prensibên” ku tifaq li ser hatîye avakirin  hê baştir bixweyê û zelal bibe.

Di şîara Tifaqê de dibêje “Dest bidin hev welat li benda me ye

Gelo mirov napirsê : Ma hûn li kûne ku welat li benda we be?

Nûçe/Anlîz

N. Firat

Back to top button