Polîtîk

Serok pêşwaziya nûnera taybet a sekreterê giştiyê NY li Iraqê kir

Roja pênçşem 27.12.2018 li Selaheddîn pêşwaziya xanima Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştiyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li xanima Jeanine Hennis-Plasschaert wekî Nûnera nû ya Sekreterê Giştiyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Her li vê hevdîtinê de şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayîşa Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyê û Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku raste Da’îş li rûyê serbaziyê ve hatiye şikandin lê belê sedemên serhildana terorê pêwîste nemînin nexwe metirsiya terorê bi awayeke din serî hildide û bi pêwîst jî zanî ku şerê fikrî û civakî û aboriya terorê bê kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexda û serdana meha derbasbûyî ya Serok Barzanî li Bexda û Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê nîşan da û bi siyasiyekî vekirî û aligirê diyalogê wesif kir ku bi başî li doza rewaya gelê Kurdistanê jî têdigihe û eve jî xiste rû ku Kurdistan herdem rêya hevdû têgihîştin û diyaloga ji bo çareserkirina kêşeyan li ber girtiye.

Proseya siyasiya Herêmê û rewşa Kerkûkê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button