Peyamek ji Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê helwesta xwe li hember biryara Dadgeha Kerkûkê ya giritn û cezakirina Rêbwar Talebanî serokê Civata wîlayeta Kerkûkê radigehîne û dibêje ku ew biryar, biryareke siyasî ye û wê biryarê tu peywendî bi dadweriyê û qanûnê ve nîne.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje ku Rêbwar Talebanî li dijî binpêkiirna destûra Îraqê û şikandina qanûnê rawestaye û berjewendiyên hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê parastine.
Barzanî daxwazê ji saziyên hikûmeta Îraqa Federal dike ku sînorekî ji bo birayên bi vî awayî deynin ji berku ew biryar dibine sedema çêkirin û kûrtirkirina pirsgirêkan.
Teksta peyama serok Barzanî:
Dadgeha Kerkûkê biryar da ku Rêbwar Talebanî serokê Civata parêzgeha Kekûkê bigire û ceza bike, ev biryar bi tevahî biryareke siyasî ye û peywendî bi pirsa dadwerî û yasayê ve nîne.
Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawestaye û wekî serokê Civata parêzgeha Kerkûkê berevanî ji berjewendiyên pêkhateyên bajarê Kerkûkê kiriye.
Biryarên bi vî awayî bi tu awayan xizmet bi rewşa siyasî û çareseriya pirsgirêkan nake û pirsgirêk û giriftan kûrtir dike.
Her ji bo wê yekê, ez daxwazê ji sazî û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û hikûmeta Federal dikim ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasîne û xizmeta berjewendiya Iraq û pirsgirêka Kerkûkê nake.
Mesûd Barzanî
26.12.2018