Civak

Serok: Divê pêkvejiyan û birayetî bi hîmmeta hemû aliyek kûrtir bibê

Serok Barzani bi daxûyaniyekî cejna ji dayikbûna Hezrtê Mesîhpîroz kir. Serok di daxûyaniya xwe de dibêje: Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê sedema destpêka jiyanekî pir li aştî û birayetiya di navbera hemû aliyek û dawî bi teror û zulm û çewsandin û asîmîlasyonê bê.

Daxûyaniya Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejnên serê sala zayînî û ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê sedema destpêka jiyanekî pir li aştî û birayetiya di navbera hemû aliyek û dawî bi teror û zulm û çewsandin û asîmîlasyonê bê, bi taybetî ku xuşk û birayên me yên Mesîhî li salên derbasbûyî êşekê zêde bi dest terorîstan ve dîtin.

Cihê şanaziye ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û tebayiya hemû ol û netewe û pêkhatane û pişt bi xwedayê mezin û bi hîmmeta hemû aliyek divê ew pêkvejiyan û birayetî kûrtir bibê.

Hêvî dikim hemû cejnên xwe bi xweşî û aştiyê de bikin û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
24.12.2018

Balkêş e ?
Close
Back to top button