Cîhan

Macron: divê hevalbendek cihê baweriyê be

Biryara serokê Amerikayê Trump ya  wekişandina ji Suriyeyê wek bombeyekî di nava hêzên hevpeymaniyan de teqîya. Welatên di nav hevpeymaniya şerê dijê DAÎŞê bi vê biryara Trump dilmayî man û bertek nîşandan. Fransa û Britanya dan xûyakirin dê li herêmê bimînin. Lê hevpeymaniya bê Amerika nikare bi bandorbe.

Ji bo vê sedemê serokê Fransayê Emmanuel Macron di daxûyaniyekî de gazind ji Amerikayê kir û got. Divê hevbeymaniyek cihê baweriyê be. Macron da xûyakirin ku, em bi biryara Amerikayê gelekî xemgînin , hevalbendî tê wateya ku mirov mil bide milê hev û şer bike. Ji bo serokê welatekî û fermandarê giştî yê hêzên welatekî ya rast eve. Divê di navbera hevalbendan de baweri hebe.

Back to top button