Heyeta ENKSê serdana Rusya dike
Li gora daxûyaniya berpirsê derve yê ENKSê Kamiran Haco roja 18ê vê mehê serana Moskova dikin û li gel berpirsên Rusya hevdîtina dikin.
Li gora daxûyaniya Haco, ew li ser vexwandina wezareta Derve ya Rusyayê serdan Moskova dikin û li gel cigîrê wezîrê derve yê Rusyayê bicivin.
Di derbarê serdana xwe de Kamiran Haco dibêje: Armanca me ji wê serdanê ewe ku, em dengê kurda li Kurdistana Rojava bighînin Rusyayê. Herwek din em pirsa destûra Sûriye gotubêj dikin. Emê li gel Rusya pêwendiyên xwe bi hêz bikin. Di derbarê destûrê Sûriye de jî, em dixwazin mafê Kurdan tê de bê garantîkirin û em dixwazin Rûsya di vî mijarê de piştgiriya me bike .
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Haco dibêje: Emê li gel Moskova behsa helwesta Rûsya li ser rewşa rojhilatê Ferat bikin, ku ew dibêjin Amerîka dixwaze dewletekê li wir ava bike, em nas bikin ku rastiya vê pirsê çi ye û em hêvîdar in ku Rûsya piştevan be ji me re ji bo ku em mafên xwe bidest bixin.