Îroj

17’ê Berfanbar

17’ê Berfanbar

Di sala 1918’an û di rojekî wekê îroyê de Kurdistan Tealî Cemiyetî ‘’ Komelaya Berzbûna Kurdistan’’ li Stenbolê hatiye damezrandin.

Şaxên Komelaya Berzbûna Kurdistan li bajarên Kurdistan jî hebûn. Komelaya Berzbûna Kurdistan  ji ber armanca Kurdistanekî serbixwe hatiye avakirin.

Têkîliyên Komelaya Berzbûna Kurdistan di qada nawneteweyî de jî hebû her wiha têkîliyên Komelê digel Partiya Hurriyet û İhtilafê jî hebû.

Xebatên Komelaya ji aliyê atatirkê ve û di sala 1921’an de bi awayekî fermî hatiye qedexekirin.

Damezrênerên Komaleya Berzbûna Kurdistan

Ji malbata Şemzînan

Seyyîd Abdulqadir (Serokê Komelê) Kurên Şêx Ubeydullah, Seyît Mihemed û Seyîd Abdullah, Neviyê Şêx Ubeydullahê Seyit Taha

Ji malbata Bedirxaniyan

Kurê Bedirxan Paşa Sureyya, Bedirxanzade Mihemed Elî Bedirxanzade Hesen Nuri, Bedirxanzade Abdurrahman, Bedirxanzade Murat Remzî, Xelîl Âsaf Bedirxan, Halil Rami Beg û kurê wî Bedirhan Ali û  ahfadê Bedirxan Paşayê, Mihemed Emin Elî, kurê Mihemed Emîn Celadet, Kamûran û Mîktad Mîthad Esved,

Ji Eşîra Babanê

Babanzade Şukrî, Babanzade Mistefa Zihnî Paşa, Parêzgerê Hîcazê yê berê Babanzade Fuat Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Babanzade Ezîz Beg û Babanzade Mehmud Beg

Ji Malbata Cemîlpaşayê

Ehmed Cemîlpaşa, Ekrem Cemîlpaşa û Qedrî Cemîlpaşa

Çend endamên rêxistinê

Mewlanzade Rifat, Ehmed Hemdî Paşa, Arvasîzade Mihemed Şefiq, Mele Seîd, Yusuf Ziyan Koçoğlu, Mihemed Şukrî Sekban û Fuat Paşa

Back to top button