Polîtîk

Şer ne çareseriya,em hemû alîyan dawetî aramî  û xebatê dikin

Partiyên Kurdistana Bakur êrîşênn Tirkiye li ser Şingal , Çiyayê Qereçox p rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokarîk (DBP),  Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T),  Platfroma Demokartên Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) , Partiya Komîst a Kurdistanê (KKP) û Hereketa Azadî, di derbarê êrîşên Tirkiye de daxûyaniyek hevbeş ji bo Raya Giştî ragihandin.

Daxûyanî:

Jİ ÇAPEMENÎYÊ Û RAYA GİŞTÎ RE

Dewlet û hikûmeta Tirkiyê êrîşî welatê me dike. Li Şingalê, li Çiyayê Qereçoxê, li Qempa Penaberên Mexmûrê û li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkî bi firokeyên şer wan deverên welatê me bombebaran dike. Em partî û rêxistinên siyasî ku navên wana li jêr hatiyê nivîsandin vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin. Di van êrişan de yên ku jiyana xwe ji dest dane, bila rehma Xwedê liwana be û em ji malbatan wana re jî sersaxiyê  dixwazin. Birîndar jî inşeleh zû bi serxwewerin û rehet bibin…

Xuyayê ku desthilatdariya dewleta Tirk qîma xwe tenê bidestdanîna ser mafên gelê me li Kurdistana Bakur nayîne. Lê li derveyî tixubên  xwe dest diavêje Kerkûk û Efrîne jî û dixwazerê liber çareseriyeke federal li Rojavayê Kurdistanê, weke ya ku li Başûrê Kurdistanê heye bigire. Ji bona vê yekê hicetan diafirîne.

Em doh jî û îro jî li himberî siyaseta tundîyê û şer derketine. Ev tundî û şerten ê pirsgirêkên ku hene aloztir dike, girantir dike û tu çareserîyan dernaxîne pêşberî me. Me bivê yeke berê jî bahwerkiribû û em nûha jî bahwer dikin. Em divê mijarê de banga xwe dubare dikin;

DesthilatdariyaTirkiyê ya siyasî divê destkeftiyên gelê me ku liderveyî sinorên wana hene nas bike, bi wana re di nava aşitîyê de bijî, pirsgirêkên ku hene bi rêya dîyalogan û li ser bingehe kî aşitîyane bixwaze çareser bike. Banga me ji dewletaTirkiyê re ev e.

Di Rojhilata Navîn de îro lider dora 50 mîlyon Kurd dijîn. Daxwaza Kurdan ji bona statuyeke siyasi hûn nikarin tenê bi şer û gêfan çareser bikin. Ev tucaran nabe çareserîyeke mayînde. Em bahwer dikin kuev mesele incex li ser bingeheke siyasî, dîyalog û muzakereyan were çareser kirin. Li ser vî bingehî divê hemû alî û sazîyên navnetewî ji bona mesela Kurdan bi kevin nava lê gerineke çareseriyê.

Em hemû alîyan dawetî aramî  û xebatê dikin.

15 12 2018

AZADÎ, PDK-T, PDK, HDP, DBP, PÎA, KKP.

Back to top button