Serokê Kurdistanê bo Barcelonayê hat vexwandin
Serokê kluba Barcelona dawetî serokê Kurdistanê kir ku serdana kluba wan bike û li yariyeke Barcelona jî amade bibe.
Îro li Selaheddînê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwaziya menejerê Futbolê navdarê Ewrûpa Bayram Tutumlu kir.
Di hevdîtinekê de, Bayram Tutumlu nameyeke serokê kuba Barselona gihande destê serok Barzanê, ku têda bi awayeke fermî dawetî serok Barzanî hatiye kirin ku serdana kluba Barselona û li yek ji yariyên kluba Barselonayê de amade bibe.
Serok Barzanî ew dawetname qebul kir û destxweşiyê jî li Bayram Tutumlu kir ku wekî kurdek kariye bigihe wê sewyeya bilinda cîhanî
Di mijareke dinê hevdîtinê de, behsa girîngiya werzîşê hate kirin û serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ya ku bi werzîşê tê kirin gelek car bi siyasetê nayê kirin. Her wiha li hevdîtinê de behsa çawaniya pêşxistina werzîşa herêma Kurdistanê jî hate kirin. Menejerê Futbola ewrûpî soz da ku ji bo vê mebestê hinek ji yarîzanê bi nav û dengên ewrûpa bîne Kurdistanê.
Hêjayî gotinêye ku Bayram Tutumlu di warê werzîşê de li ser asta Ewrûpa, bi taybetî li Îspanya, şûntiblên wî diyar in