Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Îranê da

Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva daxuyaniyên efser rûtbe bilind yê Komara Îslamiya Îranê ku gotibû herêma Kurdistanê cîyekî berfireh ji patiyên opoziayonên Îranê re daye, daku daku meşiqkirin û temrînan li ser bikin û operasyonên çekdarî li dijî Komara Îslamîya Îranê encam bidin, da.

Ev li jêr teksta bersiva hikûmeta herêma Kurdistan:

Mixabin duhî duşemiyê efserekê rûtbe bilind yê Komara Îslamiya Îranê nûçeyeke nerast bilav kir ku qaşo hikûmete herêma Kurdistanê erdekê mezin daye patiyeke opozisyona Îranê daku meşiqkirin û temrînan li ser bike û operasyonên çekdarî li dijî Komara Îslamîya Îranê encam bide.

Em li hikûmeta herêma Kurdistanê radigihînin ku ew nûçeye ji serî heta binî ji rastiyê dûr e, belkî pêwîstî bi bersivdanê jî nake, lê em ji bo raya giştî zelal dikin ku, herêma Kurdistanê, beramber parastina maf, berjewendî û prensîpên cîrantiya baş digel tevaya welatên cîran, hertim hekwestekî sabit hebûye. Helwestên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û helwestên hikûmeta herêma Kurdistanê li ser vê pirsê zelal û eşkerene û berdewam tekîd li ser lihevfêmkirin û oêkvejiyana bi aşitî kiriye.

Herwesa em bi pêwîstî dizain ku wê rastiyê jî dupat bikin ku herêma Kurdistanê ji dil dixwae peywendiyên mokim û dostane li gor destûra Îraqê, bi dewletên cîran re  ava bike û pêş bixe. Em qed digel şer û şidetê re nîn in, bi a me diyalog û rêyên aşitiyê hemû pirsgirêkan çarser dike.

Li diawiyê em radigihînin ku herêma Kurdistanê bi tu awayî tedexulê di karûbarên cîranên xwe de nake û piştgityê li tu hizib, alî û grûpan nake ku metodên şidetê bikar  bîne, ji ber hindê em dibêjin ku pêwîste hurmeta serweriya xaka herêma Kurdistanê bê girtin û serweriya Îraqa federal jî neyê bin pê kirin.

Fermangeha têkeliyên derve
Hikûmeta herêma Kurdistanê
12.07.2011

Back to top button