Hikumeta Kurdistanê Rûdawê pîroz dike
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi minasebeta wergirtina xelata Ricardo Ortega ya Netewên Yekgirtê, pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê û hemû medyakarên Kurd dike.
Sefîn Dizeyî di peyameke pîrozbahiyê de ku ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, dibêje: “Bi helkevta dayîna xelata Bronzî ya Ricardo Ortega ya Netetewên Yekgirtî bi Mecîd Nizamedîn Gilî, medyakarê xwedî şiyan û peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Netewên Yekgirtî, em pîrozbahiyeke germ li we û bi rêya we jî li tevahiya medyakar û karmendên Tora Medyayî ya Rûdawê dikin.”
Sefîn Dizeyî dibêje: “Tora Medyayî ya Rûdawê mafê wê ye ku şanazî bi vê yekê bike ku xwedî cih û pêgeheke giran e di nava medyaya cîhanê de û xaleke giring a guhertinê û serweriyeke mezin jî ji bo dîroka bizava medyaya Kurdî tomar kiriye. Em vê serkevtinê li hemû medyakarên Kurdistanê pîroz dikin.”
Di beşeke din a peyama pîrozbahiyê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “dayîna vê xelata cîhanî bi Tora Medyayî ya Rûdawê û destnîşankirina karên wê yên rojnamevanî li Netewên Yekgirtî weke yek ji baştirîn karên rojnamevanî bo sala 2018ê, ji bilî ku belgeyeke giring e bo serkevtîbûna Tora Medyayî ya Rûdawê li ser asta cîhanê û di nava pêşkevtinên bilez û mezinên medyaya serdem de, hevdem şanaziyeke mezin e jî jibo medyaya Kurdî ku bi rêya Rûdawê bibe hejmareke giring di nava tor û dezgehên medyayî yên giring ên cîhanê de.”
Di dawiya peyama xwe de, Sefîn Dizeyî hêviya serkevtineke berdewam ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dixwaze.