Merasîma xelata aşitîyê ya kurda êzidî NadiyaMurad
Nobelkomîteya Norwecê Kurda êzidî Nadiya Murad xelat kir. Xelatkirina wê bûye cîhê dilxweşiya kurdan. “Nobel´” bingeha xwe ji peyva “Alfred Nobel” wer digire. Xelata Nobelê ya Aşitîyê bi Alfred Nobel girêdayî ye. Di sala 1901ê de Komîsyona Nobel a Norwêc/ Oslo´yê Xelata Aştiyê ya “NOBEL” dabû Alfred Nobel. Ev biryar di roja 10ê meha 12an a sala 1901ê de hatibû dayîn û biryarkirin.
Nobelkomîteya Norwecê xwediyê tradisyoneka kevn e. Xelata Aştiyê ya Nobel´ê ji sala 1901ê heta 10ê Çileya Pêşîn a sala 2018´ê li Norwecê berdewam dike. Komîteya Nobel û seroka wê Berit Reiss-Andersen di derbara “Xelata Nobel´ê” de biryar dabû ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo sala 2018-ê bidin Nadia Murad û Denis Mukwege´yî ji bo şer û têkoşîna wan li dijî zordariya cinsî; di şerî û pevçûnan de…
Ev xelat ji aliyê Seroka Nobelkomîteya Norwecê Berit Reiss-Andersen ve hatibû eşkere kirin ku kurda êzidî Nadia Murad û doktor Denis Mukwege Xelata Nobel a Aşitîyê wer girtine. Nobelkomîteya Norwecê Nadiya Murad mîna parêzvana mafên mirovan dibîne. Parastina Mafên Mirovan pir girîng e. Komîteya Nobel a Norwecê roleke baş dileyîze û ji ber vê yekê ye, Nobelkomîte parastina Mafên Mirovan bixwe ye.
Seroka Nobelkomîteya Norvecê Berit Reiss-Andersen e. Nobelkomîte ji pênc kesan pêktê û ew pênc kes ev in:
1. Berit Reiss Andersen
2. Henrik Syse, cîgirê Serok
3. Thorbjon Jagland, endam
4. Anne Enger, endam
5. Asle Toje, endam
Endamên alîkar:
1.Tone Jonstad
2. Knut Vollebaek
3. Gunnar Stålsett
Di mîjarên taybet û praktîkê de Nobelînstîtûya Norveçê alîkariya Nobelkomîteyê dike.
Nadiya Murad dîl kete destên çekdarên Daeşê û ji bo wê ew dojeh (cehenem) bû. Naçarkirin, mecbûrkirin û bi zorê pê re razan.. Gava ku Nadiya Murad behsa çawan û bi çi hawayî tecawizên wê kirine, dike û bi peyva bêgavbûnê re (mecbûrbûn) axînî ji kûrahiya wê tê… ” Ez dê têkoşîna xwe berdewam bikim, heta bi heta, lê ji bo me sebr, tehamûl û taqet pêwistin.” Nadiya Murad niha li welatekî biyanî, xerîb, nenas dimîne. Ez bawerim wê bêrîya bira, xwişkên xwe, mirovên xwe û gundê xwe kirîye. Nadiya Murad li ba çekdarên Daeşê (ÎS/ÎŞIŞ7ISIL) objekta sexsê bû û tecawizên wê kirin. Ew koleya ”Dewleta Îslamê” bû. Lê piştî çend mehan revîya û berê xwe Duhokê û ji wê derê jî, çû Elmanyayê û li xerîbîyê bi cîh bû. Niha Daesh li pey wê ye û ew dixwaze wê bikuje. Lê Nadiya Murad dibêje: ” Ez qet natirsim. Ez weke koleya sexsê hatim firotin û ez dê heta bi heta li dijî Daeshê têkoşînê bidim. Tiştên ku hatine serê min, min dîtin ji mirinê jî, xerabtir bûn.
Nadia Murad dîl (êsîr) ketibû destên çekdarên Daeshê û ew bi zorê pê re razan, dest avêtin namûsa wê, tecawizên wê kirin, bi kiras û derpiyên wê dileyîstin. Înkence lê kirin, dixwestin ku rûmeta wê bişikênin. Nadiya Murad li gundê Kojo yê Şingarê jîyaneke bi şad digel xwişk, bira, xizm, cîran, nêzikên xwe û mirovên xwe derbas dikir û li gorî wê ew jîyan ji hemû jîyanan xweştirîn bû.
Ez vebigerim ser helwesta Swêdê ya di derbara Nadiya Murad de. Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström di 8ê Adara 2016an de girîngiya Xelata Nobel a Aşitîyê anîn ziman û Swêd piştîvaniya Nobela Aştiyê dike. Di 8ê Çiriya pêşîn a sala 2018an de civîneke çapemeniya Amerîka, li bajarê Wasshintonê pêkhat û Nadiya Murad bi xwe jî, li wir amade bû.
Di derbara mîjara Şingarê de Neteweyên Yekbûyî dibêje: Rewşa Şingarê pir xerab e. Li wir komkûjî yan jî nîjadkujî ye. Ev komkujî ji aliyê dîktatorek, kesek an jî, dewletê ve tê pîlankirin. “Rewşa Şingarê ji Rwaanda û Srevreniceyê jî xerabtir e.”
Çalakvana mafên mirovan, keça Kurda Êzidî, Nadia Murad di sala 1993an de li gundê Koço yê bajarê Singarê ji dayîka xwe bûye û ew li wî gund mezin bûye. Di sala 2014an de leşkeriyên ”Daeshê” (ÎS) derûdora gund pêçandin, dagirkirin û Nadiya Murad kete destên çekdarên DAEŞÊ. Wê birin bajarê Mosulê û li wir kirin koleya sexsê. Lê rojek ji rojan, dergevanê Daeshê derîyê xaniyê ku Nadiya li wir dima, vekerî hiştibû, hingê Nadiya keysê dît û revîya, çû Dihokê û ji wir çû Almanyayê. Li Almanyayê dest bi têkoşînê kir, heta bi heta… Daeşhê şeş birayên wê, dêya wê, merov û gundîyên wê kuştine. Ne tenê mirov û mîrasa kulturan, cîh û warên çandan xerakirin.
Nadiya Murad, xizm, cîran, merov û piraniya malbata xwe û dêya xwe wenda kir, lê stûyê xwe xwar nekir û bejna li ber Daeşhê netewand. Gava ku Daeşhê heqaretê lê dikirin, didan bin lingan, dixwestin bi rûmeta wê bişikênin, destdirêjî kirin û destên xwe yên gemarî bi can, beden û laşên wê dan. Niha wê bêrîya xwişk, bira, cîranên xwe û merovên xwe kirîye û ew dixwaze wan hembez bike. Lê hê jî, Daesh ne qedîyaye…
Xelata Nobelê ya Aşitîyê dan Nadia Murad û Denis Mukwege´yî ji bo xebatên wan ên li dijî şîdeta cinsî di şerî de û nakokiyan. Bi mizgîniya xelatê ve hêstir weke dilopên baranê ji çavên Nadia Murad´ê dibarîyan.
Partiyên Swêdê
Dawetname ji bo partiyên Swêdê rêkirine, lê Serokê Partiya SwêdDemokrat “SverigeDemokrater” Jimmie Åkersson nehatiya dawetkirin. Ji ber ku ew partiyeke nijadperest e. Ronakbîr û kesên mirovhez daxwaz ji amadekar û rêvebirên merasîma Nobel´ê birin ku ew dîktatoran dawetê merasimê nekin. Gava ku Nadiya hatibû Stockholmê, xelqê dixwest ku xwe nêzikê wê bikira û wê nas bikira.
Di wê demê de Nadiya Murad dilşiketî bû. Dêya wê û şeş birayên wê ji hêla daeshê ve hatine kuştin. Êzîdî di rewşên herî dijwar de dijîn. Xelata Aştiyê ya Nobel ji bo kesayetiya Nadiya Murad, êzidiyan û hemû Kurdan baş e.
Pirtûkên Nadia Murad: Pour que je sois la derniere, Last Girl
Balkêşî: Blamour Award for The woman who Stood Up to ISIS, Nobels fredspris.
Amadekar: Maruf Yilmaz
lêkolîner, nivîskar û mamosteyê kurdî
05-12-2018
Çavkan:
1. Aftonbladet ”Den Mukwege och Nadia Murad får fredspriset”, 2018, 5 oktober
2. Expressen ” Vem är Nadia Murad och Denis Mukwege?” 2018, 5 oktober
3.Metro, Nobels fredspris går till denis Mukwege och Nadia Murad” 2018, 05 oktober.
SvD, 2018, 4 oktober ”Nadia Murad i tårar efter beskedet: ”Är överraskade”