Civak

Eger reforma Barzanî dom bike gelek şîrketên cîhanî dê bên Kurdistanê’

Frederic Tissot di daxuyaniyeke taybet de ji AKnewsê re got, “Fransa hewl dide di hemû waran de têkiliyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê xurt bike ku pêşvebirina wan têkiliyên di berjewendiya herdu aliyan de ye.”

Tissot diyar kir ku ew hewl didin jimara şîrketên fransî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin zêdetir bibin û got, “Niha dehan şîrketên fransî li herêmê kar dikin. Di dahatiyeke nêzîk de Şîrketa Carrefourê dê bê Kurdistanê û digel Korek Telecomê girêbestekê îmze bike.”
 
Konsolê Fransayê got, “Eger prosesa reformê ya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dahatî de dom bike, gelek şîrketên bazirganiyê yên cîhanî dê werin Herêma Kurdistanê.”

Frederic Tissot da zanîn ku di sala 2009an de cara yekê 70 mamostayên zanîngehên herêmê bo xwendina bilind çûn Fransayê û niha fêrî zimanê fransî bûne û dê sala bê vegerin herêmê û bo wergirtina 100 xwendekarên kurdî li zanîngehên fransî jî girêbestek di navbera herêm û Fransayê de hatiye îmzekirin.

Back to top button