Civak
Erdhejek mezin li Rojhilatê Kurdistanê
Duh evarê demjimêr 19- 38 dan de erdhejik bi hêz li Kurdistana Rojhilat li devera Kermanşah pêkhat. Ev erdhej gelekî bi hêz bû. Hate zanin ku pileya vê erdhejê 6.3 ê bû. Di heman demî de ev erdhej li gelek deverên Kurdistana Başûr û li hinek deverên Bakur jî hate hiskirin.
Li devera Kermanşah gelek bi sedan kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan. Li gora hinek agahdariyan li Kurdistana Başûr devera germiyan jî hinek birîndar çêbûne.
Herweha ji hukumeta Îranê di dema pêwist neçûne hewara xelkê deverê û cardin gelek kes ji malên xwe derketine û derve mane.
Li gora zanyaran ev erhej 96 km di bin erdê de pêkhatiye.