Polîtîk

PDK karê hikûmeteke bihêz dike

PDK dest bi danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê dike û rojnamevanekî PDKê jî dibêje, armanca PDKê niha avakirina hikûmeteke bihêz e û kar ji bo wê yekê dike ji bo başkirina jiyana xelkê Kurdistanê.

Endamê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Dr. Salar Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK niha karê hikûmeteke bihêz dike. PDK dixwaze hizra yekrêziya welat di nava hikûmetê de bidest bîne, ku partiyên di nava hikûmetê de beşdar bin divê yekrêz bin û xwedî yek birîyar bin, ji ber ku di hikûmetê berê de yekbiryarî û yekrêzî nebû.”

Dr. Salar Usman wiha got: “Herwiha PDK dixwaze bi rêya hikûmeta bihêz, xizmeta xelkê Kurdistanê bike û jiyana wan baş bike. Rewşa xelkê ne tenê ji aliyê mûçe ve, lê belê ji aliyê xizmetên tendirûstî û perwerde û hemû aliyên din.”

Usman wiha domand: “PDK di avakirina hikûmeta nû de, dê her partiyekê li gorî kursiyên wê yên parlamentoyê beşdar bike di hikûmetê de. YNK bi stendina nîvê hikûmetê û bi 50 % tevlî hikûmeta nû nabe, ji ber ku kursiyên wê tenê 21 in.”

Back to top button