Hevpeyvîn

Partiyên hevbeşê hikumatê bila heya nîvro desthilatdar, piştî nivro opozîsyon nebin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê Mesud Tek, bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Pirrengî û pirdengî, ku girîngtirin nişana demokrasiyê ye, bûye bingeha siyaseta Kurdistana Başurê. Tek berdewamiya bersiva xwe de got: Ger hikumeta bingeh fîreh hat ava kirin, partiyên hevbeşê hikumatê bila heya nîvro desthilatdar, piştî nivro opozîsyon nebin. Ger li Hewlêrê hevbeşê hikumet bin, divê li navçeyên dinê opozîsyon nebin, wekî muhalefet tevnegerin.

 

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Bê guman encamdana hilbijartin li Kurdistana Başur nişana hinek diyardeyên girîng e. Yek ji wan ew e, ku hilbijartin nişan dide, ku ligel gelek asteng û arêşe û pirsgirêk li Kurdîstana Başurê pêvajoya demokrasî berdewam e û gelê Kurd pabendî demokrasî ye, encamên hilbijartin e. Her usa divê ji bîra me neçe hilbijartin di herêmek da tê ancamdanê, ku şerê mezhebî û êrîşên DAÎŞ û Heşdî Şabî berdewam e, beşekê Kurdistana Başur wekî Kerkuk û Şengal û navçeyên din di bîr desthilata rejîma Baxda û hêzên militarist wekî Heşdî Şabî da ne.

Hilbijartin û encama hilbijartin her usa nişan dide, ku siyaseta Kurdistana Başur ne yek reng e, ne jî yek deng e. Pirrengî û pirdengî, ku girîngtirin nişana demokrasiyê ye, bûye bingeha siyaseta Kurdistana Başurê. Ev yêka hanê gelek girîng e, ji ber ku di warê çanda siyasî û civakî da Herêma Kurdistanê pênase dike, nişan dike, ku gelê kurd ligel pêkvejiyan e bi pêkhateyên netewî û olî yên kurdistanê ra.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Bi gor binemayên demokrasiyê divê hikumet ji aliyê partiyê berende (serketî) ve were ava kirinê û partiyên dinê bibine opozîsyon.

Lê belê ji sala 1992ê vir da Herêma Kurdistanê jî aliyê hikumetên bingeh fireh ve hatiye îdare kirin, ku bê guman aliyên baş î ne başî yên ve modelê hene, lê belê modela hanê jî demokratik e.

Di vî warê biryar destê partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Başur e. Bê guman ew rewşa civaka xwe ji me çêtir nizanin û ez piştrast im, ku aliyên siyasî rewşa Kurdistana Başurê û daxwazên gel li ber çav digrin û biryareka guncav didin.

Her usa min daxwazek ji birayên xwe hene. Ew jî ev e: Ger hikumeta bingeh fîreh hat ava kirin, partiyên hevbeşê hikumatê bila heya nîvro desthilatdar, piştî nivro opozîsyon nebin. Ger li Hewlêrê hevbeşê hikumet bin, divê li navçeyên dinê opozîsyon nebin, wekî muhalefet tevnegerin.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bê guman partiyên siyasî, ku hikumatê ava dikin, wê bernama xwe ci be ci bikin û pabendî qewlên xwe bin, ku di proseya hilbijartinê da dane gel, ku ev yêka hanê ta endazeyek karê navxweyiya Kurdistana Başur e.

Lê hinek kar heye, ku bandora xwe li ser seranserî Kurdistanê datine. Parastin û pêşvebirina deskevtên netewî û demokratîk û ci be ci kirina encama Rapirsiya 25 Îlonê ji wan in.

Divê hikumeta Kurdistanê piştgiriya siyasî li tevgerên azadiyê li parçeyên dinê Kurdistanê bike, hewl bide, ku pirsa kurd bi rêka dîyalog û giftugo were çareser kirinê.

Mesud Tek

 

Back to top button