Polîtîk
Civîna yekem a parlementoya Kurdistanê ya gera pêncem tê kirin
Piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yekemîn civîna parlementoyê îro tê li darxistin. Ev yekemin civîna Parlementoyê li ser daxwaza Encûmena Bilind a Dadweriyê îro pêktê û parlemento gera pêncem de dest kar û xebata xwe ya nû dike.
Dî parlementerê herî bi temen îro serokatiya parlementoyê dike. Parlementerê PDKê Rêving Hirurî kesê here bi temene û dê serokatiya parlementoyê bike heta ku serokê nû bête hilbijartin.
Di civîna yekem de parlementer sonda yasayî dixwin , hêja ji bo hilbijartina serokê parlementoyê û desteya reveberiya parlementoyê tu li hevhatin di navbera partiyan de nehatiye kirin.