Polîtîk

Kamîran Haco û Hewas Egîd di nivîsandina destûra nû ya Suriye de cih digrin

Biryar e destûreke nû ji Sûriya bê re bê amadekirin û hemû pêkhateyên sereke yên wî welatî tê de beşdar bin. Nûnerekî Kurd di nava opozisyona Sûriyê de dibêje, 2 nûnerên Kurdan di nava komîteya nivîsandina destûra nû de hene û ew razî nabin ku Sûriya nû ne federal be û herêmeke Kurdî tune be.

Welatên mezin û yên navçeyê gihîştine wê baweriyê ku berdewamiya şerê Sûriyê tenê ziyanê dighîne welatiyan û niha hemû hewl ber bi çareserkirina kirîzê ve diçin, ne bi aliyê jinavbirina rêjîma Beşar Esed, lewma jî niha biryar e ku danûstandinên cidî û birast li ser pêşeroja Sûriyê destpê bikin, ku Kurd jî ligel opozisyonê amadekariyê ji bo qonaxa bê dikin.

Yekem pêngav ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê danîna destûrekî nû ye ku mafê hemû hêz û pêkhateyên cuda tê de parastî be.

Derbarê wê pêngavê Îbrahîm Biro nûnerê ENKSê di nava şanda opozisyona Sûriyê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteyek bo nivîsandina Destûrê nû yê Sûriyê pêk hatiye û Kurd jî tê de cîh digrin, lê hêj wê komîteyê dest bi karê xwe nekiriye. Ji aliyê opozisyonê û ji aliyê rêjîmê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî dê di nivîsandina destûr de beşdar bibin.”

Beriya çend rojan komîteya nivîsandina Destûrê Sûriyê serdana Erebistana Siûdiyê kir ji bo ku hewl bide dest bi karê xwe bike, lê Îbrahîm Biro dibêje, rêjîma Sûriyê aliyê Neteweyên Yekbûyî di nivîsandina destûr de qebûl nake.

Biro wiha got: “Kurd di nivîsandina destûr de beşdar in û endamên Kurd di komîteya nivîsandina destûr de beşdar in, ku Kamîran Haco û Hewas Egîd endam in. Lê em wek Kurd ku pêkhateyeke sereke ne di Sûriyê de, rêkeftina me ligel opozisyona Sûriyê heye ku mafê gelê Kurd di Sûriyê de parastî be.”

Îbrahîm Biro daxwazên Kurd di nava destûrê Sûriyê de eşkere dike û dibêje: “Em rijd in ku di Sûriya nû de navêwelat ne Komra Sûriyê ya Erebî be, û ne jî welatekî komarî û navendî be. Îtîrafkirin bi mafên rewa yên gelê Kurd. Zilm û zora ku li ser gelê Kurd heye bê rahiştin û Sûriya bibe dewleteke federal û herêmeke Kurdî tê de hebe. Eger ew daxwazên Kurdan di destûr de neyên cîbicîkirin, em qet qebûl nakin, ku opozisyon bi wan daxwazên me raziye.”

Back to top button